Kazimî li Hewlêrê ye

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) lihev civiyan. Niha Kazimî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de ne.

Kazimî li Hewlêrê ye
10 îlon, 2020   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi riya Balafirgeha Hewlêrê hate Hewlêrê destpêkê li Pîrmam bi Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina bi Mesûd Barzanî re dest bi hevdîtina bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re kir.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Nivîsgeha Ragihandina Kazimî ve hatiye dayîn, di civînê de qala hilbijartina pêşwext, rewşa li Iraqê heye û zêdekirina hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexdadyê de kirine.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Di berdeama civînê de Kazimî pêwîstiya rasteqîn a ji bo reformê ya li Iraqê dubare kir. Herwiha hemahengiya bilind a di navbera hêzên çekdarî yên Iraqê û pêşmergeyan girîng dît.”

Li gorî daxuyaniyê Mesûd Barzanî ji ber serdana Kazimî dilxweşiya xwe aniye ziman û çareserkirina pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdadyê de girîng ditiye.

Niha Mesrûr Bazanî û Mistefa Kazimî di hevdîtinê de ne.