Meclisa Jinan a Sûriyê banga bidawîkirina xwekuştinê kir

Bi boneya Roja Qedexekirina Xwekuştinê ya Cîhanê ku dikeve 10`ê Îlonê, Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê herêma Firatê daxuyaniyek da û bang li rêxistinên cîhanê kir ku ji bo tunekirina xwekuştinê xebatên xwe zêdetir bikin.

Meclisa Jinan a Sûriyê banga bidawîkirina xwekuştinê kir
10 îlon, 2020   10:29
KOBANÊ

Endama meclisê Rehşan Mehmûd daxuyanî xwend û wiha got:

“Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di 9`ê Îlona 2019`an de ragihand ku di her 40 saniyeyan de li cîhanê kesek xwe dikuje. Her wiha salane nêzî 80 hezar kes xwe dikujin. Li gorî rapora WHO`yê, hejmara kesên xwe dikujin ji hejmara  qurbaniyên şer û bûyerên kuştinê zêdetir e. Her wiha destnîşan kir ku sedema sereke ya duyemîn a mirinê piştî qezayên trafîkê, xwekuştin e. Ji lew re, WHO tevî Komeleya Navneteweyî ya qedexekirina xwekuştinê ji sala 2003`yan ve her sal 10`ê Îlonê wek Roja Qedexekirina Xwekuştinê dipejirîne.

Wekî Meclisa Jinan a Sûriyê li kantona Kobanê, em bang li hemû rêxistin, deste, rêveberî û şêniyan dikin ku bi hev re kar bikin û bi qasî em dikarin bûyerên xwekuştinê kêm bikin. Ew yek, bi van xalan pêkan e:

- Pêşî li gihîştina rêbazên xwekuştinê bigirin.

- Xetere û encamên xwekuştinê bi rêya radyo, rojname û raporan derkeve pêş.

- Divê kesên xwedî pirsgirêkên derûnî zû bên keşfkirin û dermankirin.

- Perwerdekirina kadroyên tenduristiyê li ser nirxandina tevgerên girêdayî xwekuştinê û  dermankirina wê.

- Divê navendeke hewandin, zanakirin û piştgirîdayîna pîskolojîk ji kesên bi giştî rastî bûyerên tundiyê tên re, bê vekirin.

- Peydakirina derfetên kar da ku diyardeya bêkariyê û xizaniyê ku hin caran dibin sedema xwekuştinê, ji holê rabin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/efvBl701dT4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>