Li Iraqê serçeteyekî DAIŞ`ê hate girtin

Îstixbarata Iraqê ragihand ku îro ‘Miftiyê Dîwana Dozgeriyê’ yê çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Kerkûkê hate girtin.

Li Iraqê serçeteyekî DAIŞ`ê hate girtin
9 îlon, 2020   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên îstixbarata Iraqê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di şopandina bênavber de "terorîstek" li Taxa Azadî ya parêzgeha Kerkûkê girt.  

Çeteyên DAIŞ`ê careke din li gelek bajarên Iraqê çalak bûn û êrişî hêzên ewlekariyê û yên leşkerî kir.

(oh)