Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên Til Temirê diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî nebûne û dixwaze destkeftiyên pêkhateyan têk bibe, ji ber vê divê gelê herêmê hevgirtî be.

Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
9 îlon, 2020   11:36
HESEKÊ

Îro bi sedan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li navenda navçeya Til Temirê kom bûn û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandanê ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Xwepêşandêran pankartên "Na ji terorê Erdogan re" û alên Kongreya Star, Ciwanên Şoreşger, partiyên siyasî û QSD`ê hildan.

Xwepêşandan di kolanên sereke yên bajar re derbas bûn û bi dirûşman êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û berxwedana hêzên leşkerî silav kir.

Xwepêşandan li dawiya Kolana Filistîn veguherî mîtîngê û bi navê partiyên siyasî Mihemed Seîd Ehmed û bi navê Kongreya Star Eyhan Yûnis axivîn.

Mihemed Seîd Ehmed berxwedana hêzên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedana HPG’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Heftanînê ya li dijî delweta Tirk a dagirker û çeteyên wê, her wiha berxwedana gelên herêmê li dijî dewleta Tirk, silav kir. Ehmed salvegera dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê ji bajarê Serêkaniyê û Girê Spî re bi bîr xist, her wiha destnîşan kir ku ji par ve dagirkirina van bajaran di hundirê wan de birîneke mezin çêkiriye.

Mihemed Seîd Ehmed got siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne bi dawî nebûne, her wiha bi tevahî rêbazan hewl dide destkeftiyên pêkhateyan têk bibe.

Bi navê Kongreya Star jî Eyhan Yûnis diyar kir ku dewletên mezin, dewletên Ewropayê û garantorên mafên mirovan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê bi nav hene û li hemberî êrişên artêşa Tirk û sûcên li dijî gelê herêmê, bi erka xwe ranabin.

Eyhan Yûnis di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî pêkhate û gelê herêmê kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk yekitiya xwe ava bikin û bi vê yekê ew ê xwestekên şehîdên xwe yên serkeftin û jiyana ewle,  mîsoger bikin.

Xwepêşandan bi dirûşmên "Bijî berxwedana li dijî terorê û artêşa Tirk" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA