Şêniyên Til Birakê: Dewleta Tirk metirsiyê li ser gelên azadîxwaz çêdike

Şêniyên navçeya Til Birakê diyar kir ku dewleta Tirk li her derê ku sivîl lê bi ewle dijîn, sivîlan dike hedef û piştrast kirin ku dewleta Tirk li ser tevahiya gelên azadîxwaz metirsiyeke mezin e.

Şêniyên Til Birakê: Dewleta Tirk metirsiyê li ser gelên azadîxwaz çêdike
Şêniyên Til Birakê: Dewleta Tirk metirsiyê li ser gelên azadîxwaz çêdike
Şêniyên Til Birakê: Dewleta Tirk metirsiyê li ser gelên azadîxwaz çêdike
Şêniyên Til Birakê: Dewleta Tirk metirsiyê li ser gelên azadîxwaz çêdike
Şêniyên Til Birakê: Dewleta Tirk metirsiyê li ser gelên azadîxwaz çêdike
9 îlon, 2020   09:47
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nexasim navçeya Zirganê ku sivîl tê de hene, îro şêniyên navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişloyê meşek li dar xist.

Meş li Çerxerêya Firinê ya navçeyê bi beşdarbûna girseyeke mezin dest pê kir. Şêniyan di meşê de, daxwaza sînorkirina sûcên dewleta Tirk li dijî gelê ewle, kirin. Her wiha bang li saziyên mafên mirovan û civaka neteweyî kirin ku li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê ku dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk tîne, helwesteke mirovî nîşan bidin.

Meş li çerxerêya şehîdan veguherî mîtîngê. Di mîtînê de, bi navê  Meclisa Navçeya Til Birakê Ebd El-Selam El-Hesanî axivî û da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker navenda navçeya Zirganê ya ku sivîl tê de hene, bi çekên giran topbaran dike, di heman demê de gundê Ebûş ê bakurê navçeya Til Temirê bi çekên giran hedef girt.

El-Hesanî da zanîn ku dewleta Tirk li her derê sivîlên ewle hedef digire û piştî destwerdan û êrişên xwe li ser Sûriyê, Iraq, Lîbyayê û herêmên dîtir, îro metirsiyeke mezin li ser tevahiya gelên azadîxwaz çêdike û hewl dide îrade û israra wan têk bibe.

El-Hesanî teqez kir ku dewleta Tirk metirsiyeke herêmî ye û ji bo istîqrar û ewlehiya herêmê astengdarekî bingehîn e û dewletên li gorî berjewendiyên xwe bi wê re didin û distînin. 

El-Hesanî, bi navê meclisa Til Birakê, sazî û şêniyên wê, bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk li her derê şermezar kir û daxwaz kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re were dayîn.

Her wiha endama Kongreya Star Rîm Ebdîllah jî axivî û destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk berxwedanî û têkoşîna gelê herêmê û rola wê ya dîrokî, lawaz nake û got êrişkarên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heman kesên ku tev li DAIŞ`ê bûne, lê bi navên cuda ne.

(oh)

ANHA