Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 34 kes bi koronayê ketine û 17 kes baş bûne

Desteya Tenduristiyê ya  Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 34 kesên din bi vîrusa  koronayê ketine û 17 kesên ku pê ketibûn, baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 34 kes bi koronayê ketine û 17 kes baş bûne
9 îlon, 2020   06:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê 34 kesên din bi vîrusê ketine. 34 kesên bi vîrusa Korona ketiye li van bajaran in:

Hesekê: 8

Qamişlo: 3

Dêrik: 8

Til Koçber: 1

Amûdê: 1

Kobanê: 1

Reqa: 6

Şehba: 6

Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku 17 kesên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro 738 kes bi virusê ketine, ji wan 42 kesan jiyana xwe ji dest daye û 229 kes jî baş bûne.

(eh)

ANHA