Bekir Hec Îsa: Divê Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirk hevgirtî be

Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa got "Dema ku dewleta Tirk di çareserkirina aloziyên hundirîn de têk diçe, aloziyên xwe derdixe derve. Divê partiyên Kurdan ên Başûrê Kurdistanê bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê re bibin yek da ku pêşî li qirkirina gelê Kurd bigirin."

Bekir Hec Îsa: Divê Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirk hevgirtî be
9 îlon, 2020   07:03
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker dem bi dem êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Hemwextî wê yekê hêzên radîkal ên girêdayî El-Qaîdeyê û çeteyên li Sûriyê û Lîbyayê hêza xwe xurt dikin. Ev her du welat Tirkiyê veguherandiye qadeke parvekirina berjewendiyênbi NATO, Rûsya û hin dewletên YE`yê re.

Di demekê de ku cîhan hewl dide şerê li Sûriyê, Iraq, Yemen û Lîbyayê rawestîne, dewleta Tirk çeteyên xwe diavêje qadên şer da ku zextê li dewletên destwerdanê li herêmê dikin, bike û destkeftiyên siyasî, cografî yan aborî bi dest bixe. Wekî ku li sûd ji kargehên Helebê girtiye û berhemdarî û xêr û bêrên Efrînê diziye.

‘ARMANC QIRKIRINA KURDAN E’

Li ser mijarê, berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa dibêje: "Dagirkeriya Tirk aloziyên siyasî û aborî derdixe derveyî Tirkiyê da ku gelê xwe bi propagandaya serkeftina xwe, bixapîne."

 

Hec Îsa bi domdarî got: "Ne cara yekê ye ku Tirkiye bi êrişa li dijî gelê Kurd li herêma Heftanînê û herêmên din ên Kurdî, aloziyên xwe derdixe derve."

Hec Îsa tekez kir ku Dewleta Tirk a dagirker wekî gelê Ermen, dixwaze gelê Kurd jî qir bike û weha got: “Tiştê li Efrînê qewimiye, ji her kesî ve xuya bû. Dagirkeriya hovane bû sedema koçberkirina bi hezaran mirovan. Armanc jê şikandina vîna gel û îmhakirina nasnameya wî ya çandî bû. Niha li Heftanîn heman siyaset lê di demeke cuda de pêk tê."

Di demekê de ku aliyên siyasî yên Kurdî li Rojava piştî însiyatîfa Fermandariya Giştî ya QSD`ê nêzî hev dibin, Serokatiya Herêma Kurdistanê têkiliyên dîplomatîk bi hikumeta Tirk re xurt dike. Pir aşkere ye ku ev hikumeta desthilat li Tirkiyê bi tu rengan nêzîbûna Kurdî-Kurdî qebûl nake û dijminahiya gelê Kurd li her derê dike.

‘DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ LI HEMBERÎ DAGIRKERIYA TIRK HEVGIRTÎ BIN’

Bekir Hec Îsa wiha daxuyand: "Yên ku Tirkiye li Heftanînê erişî wan dike, ew mirov in ku li nirxên mirovahiyê digerin, dengê azadî û demokrasiyê bilind dikin û parastina civakan dikin."

Hec Îsa wiha pê de çû: "Armanc ne tunekirina partiyekê ye, lê belê tunekirina gelê Kurd e. Wan bi awayekî eşkere û zêdetirî carekê gotin; heke konekî Kurdan li Afrîkayê hat vedan em ê êrişî wan bikin."

Hec Îsa her wiha diyar kir ku berxwedana li Heftanînê hatiye nîşandan ev siyasetên Tirkiyê bi bin xistin û niha gelê Kurd li qadan e û van êrişan şermezar dike. Ji ber ku Heftanîn îradeya gel û îradeya tevahî mirovahiyê temsîl dike.

Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên siyasî yên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê kir û got: "Divê hemû hêzên siyasî yên niştîmanî yên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê hevgirtî bin û bi gelê Kurd re bibin yek, ji ber ku ev êriş qirkirina gelê Kurd dikin hedef."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/C7zHithezdk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>