Êlên Şêxmeqsûdê banga hevgirtinê dikin

Êlên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, banga pêşîlêgirtina fitneyê di vê qonaxa nazik de kir û diyar kir ku bi hevgirtin, biratiya gelan û jiyana hevbeş dê welat û rûmeta xwe biparêzin.

Êlên Şêxmeqsûdê banga hevgirtinê dikin
9 îlon, 2020   06:18
HELEB- MIHEMED EBDO- ARIF SILÊMAN

Di çarçoveya helwestên li dijî fitneyê û şerê taybet ê li gelek herêmên Sûriyê tê meşandin, bi taybetî bûyerên hedefgirtinê yên li herêma Dêrazorê û hewldanên têkbirina aramî û îstiqrarê, gelek êlên taxa Şêxmeqsûdê piştrast kir ku ew piştgiriya pîvanên biratiya gelan dikin. Ji ber ku çareya herî baş a dûrxistina xetereyê ji ser civakê ne.

Şêx Omer El-Şamî di destpêka axaftina xwe de ayeteke Quranê bi bîr xist û got: "Xwedê jî tekezî bi hevgirtin û yekrêziyê kiriye."

El-Şamî destnîşan kir ku fitne bi tesadufê nehatiye derxistin, lê belê ji demeke dirêj ve plana wê yekê tê kirin û got: "Dema ku herêmên me ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn, nekarîn gelê Sûriyê têk bibin. Hemû aliyên navneteweyî dizanin ku ciwanên hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de digirin. Em QSD`ê wek mînaka biratiya gelan ji xwe re dibînin, ji ber ku ji Kurd, Ereb, Aşûr û Suryanan pêk tê."

TECRUBEYA ŞÊXMEQSÛDÊ

Şêx Omer El-Şamî di axaftina xwe de behsa tecrûbeya Şêxmeqsûdê kir, dema ku çeteyan tax dorpêç kir û ji bo şikandina vîna şervanan û kontrolkirina taxê, hewl dan fitneyê derxînin. Lê belê gel xwe spart fikrên biratiya gelan û jiyana hevbeş û bi serketin û wiha dewam kir: "Em bi hemû olan, yek dest bûn. Vê tecrûbeyê îspat kir ku bi hevgirtin, biratiya gelan û jiyana hevbeş serkeftin pêk hat û rûmet hat parastin."

El-Şamî destnîşan kir ku bûyerên niha li herêmên Dêrazorê û Reqayê, bi destê aliyên ku dixwazin welat birûxînin, pêk tên.

Omer El-Şamî daxuyand ku bi biratiya gelan û jiyana hevbeş dê yek dest bin û dê planên aliyên fitneyê derdixin, têk bibin.

HEVGIRTINA EŞÎRAN Û QSD`Ê

Şêx Elî El-Hesen jî îşaret bi hewldanên binketî yên hikumeta Sûriyê û Îranê li bakur û rojhilatê welêt kir û bi bîr xist ku wan gelek bizav kir da ku fitneyê di navbera eşîrên Ereb û Hêzên Sûriya Demokratîk de hil bikin û weha got: "Jiyana hevbeş û pêşîgirtina fitneyê çareya herî guncew e. Hevgirtina eşîrên Ereb û Hêzên Sûriya Demokratîk roleke erênî di dûrxistina fitneyê de lîst."

El-Hesen wiha domand: "Helbet, dê hewldanên derxistina fitneyê di vê demê de hebin. Ji ber ku em pêkhateyên gelê Sûriyê hevkar in û gelê welatekî ne."

El-Hesen her wiha bang li hemû pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd û herêma Cizîrê kir ku yekdest bin, fitneyê dûr bixin û bi hev re jiyaneke hevbeş bijîn."

El-Hesen wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em rê nadin tu kesî ku fitneyê di nava me de derxîne. Ji ber ev yek dikeve xizmeta dijminên gelê Sûriyê. Ji lewra, em tekeziyê bi jiyana hevbeş dikin da ku em bigihînin azadî, demokrasiyê û Sûriyeke nenavendî ava bikin."

(cx)

ANHA