Li Dîwaniya ya Iraqê teqîn: Kesek mir,2 birîndar bûn

Li herêma Dîwaniya ya Iraqê, bi mayîn êrişî kerwanekî lojîstîkê yê Koalîsyona Navnetewyî hate kirin. Di encamê de kesek mir û 2 jî birîndar bûn.

Li Dîwaniya ya Iraqê teqîn: Kesek mir,2 birîndar bûn
8 îlon, 2020   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên hêzên ewlehiya Iraqê ragihand, li bajarê Dîwaniya mayînek bi kerwanekî lojîstîkê yê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve teqiya, di encamê de endamekî hêzên ewlekariyê mir û du jî birîndar bû.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya agahî piştrast kir û diyar kir ku teqîn li ser rêya Dîwaniya-Babil pêk hat, kesek mir û 2 jî birîndar bûn. Her wiha destnîşan kir ku hêzên polîsa Iraqê, bi taybet hêzên Swat bi kerwan re bû.