Li Efrînê alozî û sewqiyetên leşkerî yên Tirkiyê heye

Li gundê Mereskê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî liv û tevgereke zêde ya çeteyên Cebha Şamiyê heye. Li aliyekî din artêşa Tirk hêza xwe li gundên Dêr Belût û Kîmarê xurt dike.

Li Efrînê alozî û sewqiyetên leşkerî yên Tirkiyê heye
8 îlon, 2020   20:49
EFRÎN

Vê dawiyê li bajarê Efrînê yê dagirkirî aloziya ewlekariyê ya çeteyên artêşa Tirk a dagirker heye. 

Çavkaniyên taybet ji ANHA`yê re ragihand ku li gundê Mereskê yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî liv û tevgerkeke zêde ya ewlekariyê ya çeteyên Cebha Şamiyê, heye.

Li gorî çavkaniyan, tevlîheviya ewlekariyê ew ku 10 malbatên çeteyên bi ser malên şêniyên gundê Mereskê de girtin û xwestin ku kiriya malên ku tê dimînin bidin.

Ji aliyekî din ve, erebeyên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ji herêma Hatay ya Tirkiyê derbasî baregehên Tirkiyê yên li gundê Dêr Belûtê yê navçeya Cindirêsê û gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bûn, ku di nav de panzêr û cebilxane jî hebû.

ANHA