​​​​​​​Têkoşer Dozdar; kesayeteke fermandar û bi hêz

Dema ku şehîd Dozdar Hemo ji perwerdeya Rêber Abdullah Ocalan vegeriya, wiha ji birayê xwe re gotibû: "Hevalê ezîz, ev şoreş e, ez jî dixwazim cihekî xwe di vê şoreşê de çêkim. Min soz daye şehîdan, Rêber Apo û rêhevalên xwe yên partiyê ku ez li ser şopa azadiyê bim. Ev qedera min e ku min di jiyana xwe de hilbijartiye."

​​​​​​​Têkoşer Dozdar; kesayeteke fermandar û bi hêz
7 îlon, 2020   05:08
ŞEHBA- CEFE CAFO- XANDÎ ELO

Di hevpeyvîneke bi ANHA`yê re, birayê şehîd Dozdar Hemo, Merwan Hemo wiha behsa birayê xwe kir: "Kesayeteke dihat hezkirin û di têkoşînê de bi hêz bû."

Merwan Hemo destpêkê sersaxî ji hemû malbatên şehîdan û rêhevalên Têkoşer Dozdar re xwest û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, rêhevalên şehîd û Rêber Abdullah Ocalan re li ser şehadeta rêhevalê wan Dozdar Hemo, dixwazin. Em bi şehadeta wî û têkoşîna wî di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, serbilind in."

Hemo behsa kesayeta şehîd Dozdar kir û got: "Şehîd Dozdar birayê biçûk ê malbata ji 7 kesan bû. Ji lewra di nava malbatê de pir delal bû. Ew bi derdorê re jî kesayeteke bi sebir û bi hêz bû. Her kesî ku nas dikir, jê hez dikir."

Merwan Hemo wiha berdewam kir: "Têkoşer Dozdar di sala 1990`î de tevî komeke hevalên xwe berê xwe da Akademiya Şehîd Masûm Korkmaz a li Lubnanê, da ku perwerdeyê bibînin. Piştî zêdetirî 4 mehan bi taybetî di 13`ê Tebaxa heman salê de, vegeriya malê. Wê demê pir îsrar dikir ku tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibe. Tê bîra min wê demê min pir hewl da ku ji biryara xwe vekişe û li şûna wî ez tev li tevgerê bibim ji ber ku ji me biçûktir bû û em li ser ditirsiyan. Lê wê demê ji min re wiha got: "Hevalê ezîz, ev şorer e, ez jî dixwazin cihekî xwe di vê şoreşê de çêkim. Min soz daye şehîdan, Rêber Apo û rêhevalên xwe yên partiyê ku ez rêya azadiyê bişopînim. Ev qedera min e ku min di jiyana xwe de hibijartî ye." Di 18`ê Tebaxa heman salê de tev li tevgerê bû.

Hemo piştrast kir ku dema rêhevalên Têkoşer Dozdar serdana wan li Efrînê dikir, şehîd Dozdar bi kesayeta bi hêz û fermandar bi nav dikirin ku her kesî nas dikir jê hez dikir.

Her wiha destnîşan kir ku birayê wî bê teredud li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya û li her derê di karê xwe de jêhatî bû.

Merwan Hemo bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Dema ku di salên têkoşîna xwe de serdana malê dikir, hêvî û moral dida me. Dozdar girêdayî nirxên şehîdan û firkên Rêber Ocalan bû. Her wiha bi sedan kadroyên tevgerê perwerde kir û di rêwîtiya xwe ya têkoşînê ya dirêj de, bi sedan şoreşger afirand."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku fermandar û têkoşer Ebdulrehman Hemo (Dozdar Hemo) di Mijdara 2019`an de bi êrişeke asîmanî ya balafirên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, piştî ku 30 salên jiyana xwe di têkoşîna ji bo azadiya welat û gelê xwe de derbas kir, şehîd bû.

cx

ANHA