Li Iraqê di encama êrişa DAIŞ`ê de fermandarekî Heşd El-Şabî hate kuştin

Heşd El-Şabî ragihand ku li bakurê Xaniqînê çeteyên DAIŞ`ê êrişî Heşd El-Şabî kir û di encamê de fermandarekî lîwa 28’an hate kuştin

Li Iraqê di encama êrişa DAIŞ`ê de fermandarekî Heşd El-Şabî hate kuştin
7 îlon, 2020   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Heşd El-Şabî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Lîwa 28`an êrişa DAIŞ`ê ya şeva berê ya li dijî herêma Qolay a bakurê herêma Xaniqînê têk birin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di encama êrişê de fermandarekî Lîwa 28’an a Heşd El-Şabî Hisên Rezaq E-Miyahî hate kuştin.

(eh)