Leşkerekî artêşa Tirk li Idlibê hate kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku leşkerekî wê li Idlibê hatiye kuştin.

Leşkerekî artêşa Tirk li Idlibê hate kuştin
6 îlon, 2020   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê nasnameya leşkerekî xwe ku li Idlibê hate kuştin, eşkere kir.

Di encama êrişeke çekdarî ya kesên nenas li ser baregeheke Tirkiyê ya li derdora herêma Erîha ya başûrê Idlibê kirin de du leşkerên artêşa Tirk birîndar bibûn.