ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-09-2020`AN
6 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Kobanê meşekê ji bo şerezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Heftenînê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tê çaverêkirin ku di du rojên pêşiya me de şandeyeke Rûsyayê ya payebilind serdana paytexta Sûriyê Şamê bike. Rayedarekî ev yek bi serdaneke "girîng" bi nav kir. Gelek nîşane îşaretê bi guhertineke mezin di aloziya Sûriyê de dikin. Gelo dê şandeya Rûsyayê li Şamê çi nîqaş bike û ji vê serdanê çi pêşbînî hene? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dema ku şehîd Dozdar Hemo ji perwerdeya Rêber Abdullah Ocalan vegeriya, wiha ji birayê xwe re gotibû: "Hevalê ezîz, ev şoreş e, ez jî dixwazim cihekî xwe di vê şoreşê de çêkim. Min soz daye şehîdan, Rêber Apo û rêhevalên xwe yên partiyê ku ez li ser şopa azadiyê bim. Ev qedera min e ku min di jiyana xwe de hilbijartiye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşdarên komxebata derbarê şerê taybet ku li Kobanê hate lidarxistin gotin: "Di demekê de ku şer û êriş ji hemû aliyan ve li dijî me tên kirin ev komxebat bi sûd bû. Bi taybetî piştî ku dijmin siyaseta xwe ya leşkerî veguherand şerê sar." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa PYD`ê ya Herêma Firatê Ehmed Şêxo got: "Siyaseta Tirkiyê tunekirina şoreşên dijberî wê ji hundir ve, armanc dike. Ev siyaseteke kevn e ku hewl dide bi rêya avakirina torên sîxuran li herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê, pêk bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbatên şehîdan gotin, hemû serdanên rayedarên hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê bi xwe re encamên felaket ji bo gelê Kurd anîn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd tekildarî 8’mîn Kongreya Kongreya Star diyar kir ku hedefgirtina tevgera jinan bi destê dewleta Tirk zêdetir vîna wan xurt dike û got “Em li ser şopa hêza pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan in ku em ê vê şoreşê ber bi serkeftinê re bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Hincetên ku Tirk derdixînin ji her kesî re eşkere ne, dibêjin ku gef li ser ewlehiya wê ya niştimanî heye. Gelek caran Erdogan di xîtabên xwe de îdia kir ku ji hêla Iraqê ve gef li ser ewlehiya Tirkiyê hene û îdia dike ku ev gefine ewlehî û îstîqrara Enqereyê xirab dike. Gelo ev îdia li gorî rastiyê ne ya ku Tirkiye li Iraqê ferz dike?

ÇAND Û HUNER

- Feysel Elî Şêx Mûsa fotokêşekî naskirî ye, di ciwaniya xwe de ji bo karekî ji xwe re bibîne ji Qamişloyê berê xwe dide Lubnanê û li vê derê karê fotogiriyê nas dike, ev 47 sal in makîneya wî bi stûyê wî ve û şadî û hizna şêniyên Rojava û Sûrî bi deklaşora wênekêşa xwe tomar dike û wan dike bîranîneke nemir.   (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên Minbicê gotin: "Istîxbarata Tirkiyê beşê ciwanan ji bo berjewendiyên xwe û derxistina fitneyê dike sîxur. Divê ciwan li pey siyasetên dijmin nekevin û enjerjiya xwe bixin xizmeta civakê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Pisporê derûnî Bengîn Abdullah piştrast kir ku pirsgirêkên civakî sedemeke sereke ya xwekuştinê ye. Her wiha ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan û bidawîkirina diyardeya xwekuştinê, tekezî bi girîngiya belavkirina çanda tenduristiya derûnî û têgihîştina civakê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA