Malbatên şehîdan serdana rayedarên Başûr nirxand

Malbatên şehîdan gotin, hemû serdanên rayedarên hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê bi xwe re encamên felaket ji bo gelê Kurd anîn."

Malbatên şehîdan serdana rayedarên Başûr nirxand
7 îlon, 2020   04:18
QAMIŞLO – ÎSAM ABDULLAH NEJBÎR OSMAN

Malbatên şehîdan diyar dikin ku divê hemû hevdîtinên hêzên kurdî yên bi aliyên din re bikevin xizmeta gelê Kurd û doza wê, ne ku bi xwe re encamên neyinî bîne.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên dagirkirin û qirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê didomînin. Li hemberî van êrişan Hêzên Parastina Gel berxwedaneke bêhempa raber dikin.

Li ser mijarê, endamê Melcisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Elî Oryan diyar kir ku helwesta malbatên şehîdan li her çar parçeyên Kurdistanê sabit e ku helwesta Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê bibe yek. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk dijminê kevn ê gelê Kurd e, li hemberî êrişên wê yên li ser Kurdistanê divê helwesta Kurdan bibe yek.

Oryan bal kişand ku li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldanên pêkanîna yekitiya kurdî hene û wiha dom da axaftina xwe: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzîhevbûnek di navbera partiyên kurdî de heye. Di vê pêvajoyê de divê nakokî werin derbaskirin, ji ber ku dijminê me yek e, divê em jî bibin yek û li dijî siyasetên dijberî me bisekinin."

Oryan destnîşan kir ku her gaveke ku gelê Kurd û partiyên siyasî di aliyê siyasî, aborî, exlaqî û leşkerî de davêje, dijmin lez dide ku gavan li dijî wê bavêje.

Elî Oryan îşaret bi serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Enqereyê û hevdîtinên wî yên bi rayedarên hikumeta Tirk re kir û got: "Em hêvî dikin ev serdan ne wekî yên berê bin ku karesat ji bo gelê Kurd bi xwe re anîn."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Osman, girîngiya parastina kedên ku di oxira jiyaneke bi rûmet li Kurdistana azad de hatine dayîn kir û got, divê civînên bi dijminê gelê Kurd re ne li ser hesabê gel û fedekariyên wê bin.

Osman diyar kir "Em ne li dijî civînên ku dikevin xizmeta berjewendiyên aborî, lê divê ev civîn ne li dijî berjewendiya gelê Kurd û doza wê be. Êrişa li ser parçeyekî Kurdistanê mîna êriş li ser parçeyên din e. Dagirkeriya Tirk dijminê gelê Kurd e her li ku derê dibe bila bibe."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşen Reşîd destnîşan kir ku di vê pêvajoya hestiyar de ji berpirsên partiyên kurdî tê xwestin ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û ji bo pêkanîna yekitiya kurdî bixebitin. Rewşen got: "Êril li herêmên tên kirin û mal û war tên wêrankirin û binpêkirinên li dijî me tên kirin. Divê em yekitiya xwe ava bikin."

Rewşen Reşîd destnîşan kir ku pêvajoya heyî, helwesteke sabit ku xizmeta doza kurdî bike, dixwaze û diyar kir: "Divê hemû civînên ku tên lidarxistin bikeve xizmeta doza Kurd, bi taybet civînên ku hin aliyên kurdî bi dewleta Tirk re, divê ne mîna yên berê bin ku encamên felaket ji gelê Kurd re anîn."

Rewşen Reşîd di berdewama axaftina xwe de mixabiya xwe ji ber serdana rayedarên hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyê re nîşan da û diyar kir ku dewleta Tirk rêzê ji protokolên navdewletî û ala ku bi hezaran Pêşmerge di bin de şehîd bûne, nagire.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/obD_WwpmexQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>