​​​​​​​Li dijî balafirgeha Bexdayê êrişa bi moşekan

Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand ku moşekên katyûşa li balafirgeha navdewletî ya Bexdayê ketin.

​​​​​​​Li dijî balafirgeha Bexdayê êrişa bi moşekan
6 îlon, 2020   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ragihandina Ewlehiya Iraqê got, 3 moşekên katyûşa li balafirgeha navdewletî ya Bexdayê ketin.

Gelek caran bi moşekan êrişî baregehên leşkerî û derdora balafirgeha navdewletî ya Bexdayê tê kirin ku leşkerên Koalîsyona Navneteweyî li wir in.