Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê konferansa xwe ya 7'an li dar xist

Bi diruşmeya "Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û xeta şehîdan mîsogeriya azadiyê ye", Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Efrînê konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist.

6 îlon, 2020   20:54
ŞEHBA- ALAN REŞÎD – FÎRAS ÎBRAHÎM

Konferans li hola civînana a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin. Hol bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, şehîdên komkujiya li Til Rifet û Aqîbeyê, şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê û pankartên "Azadiya Rêber Apo mîsogeriya avakirina neteweya demokratîk e" û "Em şehîdên xwe di nava axê de venaşêrin, lê em di dilê xwe de vedişêrin" hat xemilinadin

250 nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan, endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamên dîwana konferansê; Rênas Hemo, Ednan Şêx Mihemed, Rewşen Mûsa, Menal Şêxo, Dara Selman hatin hilbijatin. Senevîzyoneke li ser gotinên Rêber Abdullah Ocalan û hin malbatên şehîdan hate pêşandan.

Endama rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Bêrîvan Xelîl, perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê şehîd û şehadetê de xwendin.

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Efrînê Hediya Yûsif, rewşa siyasî nirxand, bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gel Kurd û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi desteka hin dewletên ku îdiaya aştiyê dikin êrişên xwe yên li ser gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê didomîne. Armanc ji êrişan hebûna kurdan tune bike û şaristaniya wê îmha bike. Ji ber van êrişan berxwedaneke mezin û rêxistinkirî ji hêla gelê me û têkoşerên me ve rabû."

Hediya Yûsif bal kişand ser helwesta Partiya Demorkrat a Kurdistanê ya li hemberî êrişên li ser Heftenînê û diyar kir ku PDK'ê destekê dide dagirkeriya Tirk da ku komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk werin.

Hediya Yûsif banga bilindkirina asta têkoşînê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker kir.

Bi navê partiyên siyasî yên herêma Efrînê Welîd Dîngil axivî û got: "Divê gelê Kurd li gelemperiya Kurdistanê û gelê bindest Kawayê Hesinkar ji xwe re bike mînak û li hemberî dîktatoran rabin serhildanan û civakeke azad ji nû ve ava bikin."

Dîngil got: "Bi giyanê cangoriyên azadiyê dê herêmên dagirkirî yên Kurdistanê rizgar bibin."

Di konferansê de, endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê, Newroz Haşim behsa rewşa jinan li herêma Efrîn kir û diyar kir "Li dijî jinan her cûre êşkenceya fîzîkî û dirûnî têne kirin, jin tên tecawizkirin, revandin. Li hemberî van sûcan kes dengê xwe dernaxîne û naveke tevgerê."

Piştre, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê Sêvîn Hesko rapora xebatên du salan a meclisê û rewşa rêxistinî xwend. Beşdaran jî nêrînên xwe li ser mjiarê anîn ziman.

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Avdar Elo jî rêziknameya Meclisa Malbatên Şehîdan  xwend.

Her wiha gelek biryar hatin girtin. Ji wan; Parastina nirxên madî û manewî yên şehîd û şehadetê, têgînin çand, demokrasî, jiyana saxlem werin pêşxistin, pêkanîna wekheviya herdu zeyendan û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.

Piştre hilbijartin pêk hat. Di encamê de Hesen Elî Berko, Fewzî Mihemed Mistefa, Ednan Silêman Şêx Mihemed, Xedîce Îbrahîm Îbo, Fîdan Mihemed Mamo wekî rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê hatin hilbijartin.

Rêveberan sûnd xwarin ku ew xeta şehîdan bişopînin û ji bo azadiya rêbertî û jinan bixebitin.

Di dawiya konferansê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê  Bekir Elo konferans li rêveberên meclisê pîroz kir û ji wan xwest ku bi awayekî aktîv kar bikin ta rizgarkirina Efrîn ji dagirkeriyê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4rgZWzzArBo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>