Şêniyên Girkê Legê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û binpêkirinên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kirin.

Şêniyên Girkê Legê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Girkê Legê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Girkê Legê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
6 îlon, 2020   19:09
QAMIŞLO

Meş ji ber qada Şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên sereke yên navçeyê dewam kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Ji bêdengiya navdewletî ya li hemberî sûcên faşîzma Tirk a li dijî gelê Kurd re na", "Faşîzma Tirkiyê gefan li ewlehiya cîhanê dixwe" û "Bi hev re em li dijî terorê bisekinin" hatin vekirin.

Meş li navrasta navçeya rawestiya  û deqeyeke rêz hate girtin. Endamê Meclisa PYD'ê Şadiya Umer êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilaêt Sûriyê şeremzar kir û got: "Heftenînê hemû parçeyên Kurdistanê temsîl dike. Divê em piştgiriya Heftenînê û tevahî Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin."

Şadiya diyar kir "Li hemberî her êrişan em ê bibin mertal û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin."

Meş bi dirşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA