Xalid El-Mehcûb ji ANHA`yê re: Îxwan Mislîmîn bi însiyatîfa Mexribê hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike

Serokê Rêveberiya Perspektîvên Manewî yê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê mîralay Xalid El-Mehcûb piştrast kir ku koma Îxwan Mislimîn hewl dide bi rêya însiyatîfê xwe ji nû ve bi rêxistin bike.

Xalid El-Mehcûb ji ANHA`yê re: Îxwan Mislîmîn bi însiyatîfa Mexribê hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike
6 îlon, 2020   19:11
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Girêdayî mijarê Serokê Rêveberiya Perspektîvên Manewî yê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Xalid El-Mehcûb got: "Koma Îxwan Mislîmîn însiyatîfa Mexribê dest pê kir da ku rûyê xwe biguhere, bi navê nû derbas bibe û demê dirêj bike da ku ajandeyên xwe pêk bîne. Her wiha xeteriyê li ser pêşeroja xwe hîs dike.

El-Mehcûb ji ANHA`yê re daxuyand ku Koma Îxwan Mislîmîn hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike.

El-Mehcûb piştrast kir ku li Lîbyayê tevgereke niştîmanî ya li dijî vê projeyê heye û destnîşan kir ku ta niha ev nêrîn temam nebûye.

(cx)