​​​​​​​Erdogan û El-Serac li Stenbolê civiyan

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan îro li Stenbolê bi Serokê Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac re civiya. Ev yek piştî nakokiyên di navbera hikumeta El-Serac û hemwextî destpêkirina dan û standinên Lîbyayê li Mexrêbê, pêk hat.

​​​​​​​Erdogan û El-Serac li Stenbolê civiyan
6 îlon, 2020   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî dezgehên çapemeniyê, Erdogan tevî El-Serac berdewamkirina projeyên li Lîbyayê û destpêkirina projeyên nû nîqaş kir.

Ev serdan hemwextî civîna her du şandeyên Meclisa Parlamanteran û Meclisa Dewletê li Mexrêbê, pêk hat, ku ew civîneke beriya civîna Cinêvê ya komîteya diyalogê ya her du meclisên parlamanteran û dewletê ye.

Tê payîn ku di civînê de li ser agirbestê û derxistina hêzên biyanî ji Lîbyayê û di serî de hêzên Tirkiyê û komên terorîst û çete, bê rawestandin.

El-Serac beriya mehekê li koşka Wehîd El-Dîn a li Stenbolê bi Erdogan re civiya bû. El-Serac ji Tirkiyê tekezî bi çareseriya aştiyane ya aloziya Lîbyayê ya li gorî biryarên civîna Berlînê û biryarên NY`yê, kiribû.

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku Erdogan û El-Serac xebatên muzakereyên lihevkirinê yên leşkerî û deryayî ku di Mijdara borî de di navbera hikumeta Wîfaqê û Tirkiyê de pêk hatibû, nîqaş kirin.

Her du aliyan her wiha rêbazên vegerandina karê şerîketên Tirkiyê li Lîbyayê nîqaş kir.

Ev serdan piştî zêdebûna nakokiyên di hundirê hikumeta Wîfaqê de, pêk hat, ku El-Serac hewl dabû Wezîrê Hundir Fethî Başa Axa ji kar derxîne.

(cx)