Li Idlibê 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn

Kesên nenas êrişî baregeha dewleta Tirk a  li derdora Erîha ya li başûrê bajarê Idlibê kirin, di encamê de 2 leşkerên artêşê birîndar bûn.

Li Idlibê 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn
6 îlon, 2020   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandin, kesên nenas bi erebeyeke "Santa Fe" gule li leşkerên dewleta Tirk ên li derdora baregeha leşkerî ya li  bajarokê Meteriê yê li derdora bajarê Erîha yê başûrê Idlibê kirin û 2 leşker birîndar bûn. SOHR'ê diyar kir ku rewşa leşkerekî xeter e.

SOHR`ê di 29`ê Tebaxa derbasbûyî de ragihand ku erebeyeke bombarkirî teqiya û êrişek li dijî nuqteya artêşa Tirk a li gundê Selet El-Zihûr a li rojavayê Idlibê pêk hatiye.

(eh)