Rêxistina Sara bi boneya Roja Pêşîlêgirtina Xwekuştinê bernameyeke çalakiyan derxist

Rêxistina Sara bernameya ku dê bi boneya Roja Pêşîlêgirtina Xwekuştinê ya Cîhanê li dar bixe, eşkere kir. Her wiha bang li tevahî rêxistinên sivîl, sazî û desteyan kir ku li ser rewşên xwekuştinê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî, bisekinin.

Rêxistina Sara bi boneya Roja Pêşîlêgirtina Xwekuştinê bernameyeke çalakiyan derxist
6 îlon, 2020   12:50
QAMIŞLO

10’ê Îlonê Roja Pêşîlêgirtina Xwekuştinê ya Cîhanê ye. Bi vê boneyê Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan hemeleya ji gelek çalakiyên sînordarkirina bûyera xwekuştinê da destpêkirin.

Jinên karker ên rêxistinên civaka sivîl, saziyên sivîl, olî û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Her wiha beşdaran pankartên "Wê xwe nekuştiye, we kuşt", "Şerê xwe di zindîbûnê de bike"û "Tenê deqeyek jiyana te diguherîne" hildan.

Endama Rêxistinê Sozan Hisên daxuyanî li pêş navenda Rêxistina Sara xwend. Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Li gorî serjimariya tenduristiya cîhanê, di salê de hejmara xwekuştiyan 800 e. Her wiha zêdetirî ji sedî 2 ji rewşên xwekuştinê li dewletên paşketî ye. Tê zanîn û li gorî sepanên serjimariyan hejmara xwekuştiyên mêr ji jinan zêdetir re. Ji sedî 79 ji van rewşan li dewletên ku qezencên wan kêm, pêk tê. Li gorî serjimariya Rêxistina Sara ya 2020’an û heta îro hejmara xwekuştiyên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 ye û temenên wan di navbera 18 heta 35 saliyê de ne.

Em wek Rêxistina Sara dê gelek çalakiyên li dijî xwekuştinê pêk bînin û wiha ne:

Lidarxistina komxebatên diyalogê yên zanabûn li bajarên Qamişlo, Hesekê û Kobanê, lidarxistina biromoya li ser rewşên xwekuştinê û sedemên çawaniya sînordarkirina wê, lidarxistina şanoyên zanabûnê ku girîngiya piştevaniya jinan bi hevkariya Tevgera Kevana Zêrîn re diyar dike, hevkariya bi navendên şêwrê yên derûnî ji bo çareserkirina rewşên derûnî yên nexweş û belavkirina broşorên zanabûnê yên li ser xwekuştinê.

Her wiha dê hemle heta 10’ê vê mehê bidome."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AauLNNu6aqo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>