​​​​​​​Ciwanên TEVDEM’ê li Kobanê daxuyaniyek ji bo mafên jinan da

Ciwanên TEV-DEM’ê yên kantona Kobanê, tundiya li dijî jinan û sûcên qetilkirinê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi dirûşma "Bes e ji tundiya li dijî jinan re, bes e ji xwekuştinê re" pêk hat û tê de banga bidawîkirina tundûtûjiya ser jinan hate kirin.

​​​​​​​Ciwanên TEVDEM’ê li Kobanê daxuyaniyek ji bo mafên jinan da
6 îlon, 2020   13:35
KOBANÊ

Ji destpêka îsal de rewşên qetilkirin û xwekuştina jinan li Kobanê zêdetir bûne. Her wiha li gorî Desteya Jinan 7 rewşên qetilkirin û 11 rewşên xwekuştina jinan hene.

Ciwanên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyeykê sûcên li dijî jinan, tundiya derûnî û fîzîkî ya li dijî wan ku dibe sedema xwekuştinê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveber a Ciwanên TEV-DEM’ê ya kantona Kobanê Nesrîn Îbo ve hate xwendin. Di daxuyanîya ku bi beşdariya bi dehan ciwanên endamên tevgerê pêk hat de pankartên şermezarkirina xwekuştina jinan hatin hindan û dirûşm bo rawestandin sûcên dijî jinan hatin berzkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Bes e ji tundiya li dijî jinan re, bes e ji xwekuştinê re.

Jin hêmana bingehîn di cîhanê de ye, ji ber ku nîvê civakê ye; dayik, xwîşk, hevjîn û keç e. Jin di civakên rojhilatî de ji ber hin keneşopiyên kevin ên ku wê kelepçe dike, di tundiyê re derbas dibin. Ev jî dihêle xwe bikuje û ji wê êşê rizgar bibe. Ew mirinê tiştekî pir hêsan dibîne ku sînorekê ji azarên wê re deyne. Tevî pêşketina zanist, teknolojiyê û dabînkirina torên civakî, lê hê jî di kevneşopî û zihniyeta mêrdestiyê re derbas dibe ku dihêle xwe bikuje.

Bi baweriya me ku rola jinan di civak û malbatê de pir girîng e, ji lew re azadî û parastina mafên wê jî pêwîstiyek e ku li hember tevahî şêweyên paşverûtî, tundî û qetilkirinê bisekinin.

Ji lew re em ciwanên TEV-DEM’ê tevahî sûcên li dijî jinan şermezar dikin û dibêjin na ji tundiya li dijî jinan re.

Bemire tevahî hêzên desthilatar ku vîn û mafên jinan dikin hedef. Bijî jina bihêz a ku li hember hêzên dijber disekine.

Bijî jina têkoşer a parêzvana mafên xwe yên rewa."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ugPwduUVcAw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>