Şêniyên Reqayê: Rêveberiya Xweser projeyeke neteweyî ye û em pê ve girêdayî ne

Şêniyên Reqayê îşaret bi girêdana xwe ya bi Rêveberiya Xweser re kir û ragihand ku ji bo rêvebirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeyeke neteweyî ye û di kurttirîn demê de di hemû qadan de serkeftin bi dest xistine û ev jî isbata serkeftina vê projeyê ye.

Şêniyên Reqayê: Rêveberiya Xweser projeyeke neteweyî ye û em pê ve girêdayî ne
6 îlon, 2020   10:54
REQA-EMAR ABDULLETÎF

Îro salvegera duyemîn a avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Têkildarî salvegerê ANHA’yê  hevpeyvîn bi şêniyên bajarê Reqayê re çêkirin. Şêniyan têkildarî projeyê got ji bo rêvebirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev projeyeke neteweyî ye, yekitiya xaka Sûriyê diparêze, derfetê dide hemû pêkhateyan ku isbata hebûna xwe bikin, parastina nasnameya xwe li Sûriyeke demokratîk, nenavendî û hemû gelan hembêz dike, dikin.

Şêniya  bi navê Fatima Neisan a ji şêniyên Reqayê axivî û got girêdana bi projeya Rêveberiya Xweser ne ji valahiyekê tê, lê belê ji ber di rojên derbasbûyî de serkeftin bi dest xistin, qehremanî nîşan da, ev jî tê wateya ku gotegotên aliyên herêmî belav dikin, vala ne.

Fatima Neisan wiha axaftina xwe domand: "Rêveberiya Xweser di pêvajoya salan de gelek destkeftî qezenc kirin, di encamê de piştrast kir ku dikare şaşiyan derbas bike û xwe bigihîne civakeke pêşketî ku bikare bi awayekî demokratîk, dûrî destwerdanên derve û projeyên wan, welatê xwe bi rê ve bibe."

Şêniyê bi navê Mihemed Sîno jî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser rêgeza biratiya gelan ji xwe re kir bingeh û pêwîstiya Sûriya pêşerojê bi vê tecrûbeyê heye, da ku dûrî nakokiyên etnîkî û olî be. Îro gel xwedî gelek mafên ku di pêvajoya dîrokê de winda kiribûn, de ye.

Mihemed Sîno da zanîn ku vê rêveberiyê di qadên xizmetguzarî, rêveberî û saziyan de isbata serkeftinên xwe kir.

Di dawiyê de şêniyên Reqayê bang li Rêveberiya Xweser kir ku sînorên desthilata Sûriyê di navbera sazî û gelê Sûriyê de danîbûn rake û ber bi Sûriyeke pirrengî ve biçe û bi hêvî ne ku hemû pêkhate beşdarî avakirina vê projeyê bibin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_XCFOG9iEfk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>