'Rêxistinên navneteweyî berpirsên çarenûsa jinên di girtîgehên dewleta Tirk de ne'

Desteya Jinan a Herêma Efrînê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî jinên li Efrînê zêdetir kirin, her wiha dan û standinên desthilatên Tirk bi jinên girtî re şermezar kirin.

'Rêxistinên navneteweyî berpirsên çarenûsa jinên di girtîgehên dewleta Tirk de ne'
6 îlon, 2020   11:43
ŞEHBA

Desteya Jinan a Herêma Efrînê daxuyaniyek weşand, tê de berpirsyariya çarenûsa jinên revandî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de hilgirt ser rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî, qanûnî û mirovî û got ew şirîkên sûcên dewleta Tirk in.

Bi dehan endamên Desteya Jinan a herêma Efrînê li Kampa Berxwedan a girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin. Endama rêveber a Desteya Jinan a Efrînê Zelûx Reşîd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Jinên ku li dijî siyasetên AKP’ê sekinîne, bûn hedefa wê. Her wiha bi sedan jin di girtîgehên dewleta Tirk de ne, di rewşeke dermirovî de ne. Girtîgehên dewleta Tirk dişibin ên Naziyan.

Rewşa trajedîk û biêş a ku jinên Kurd li Efrînê dijî, nîşaneya siyasetên AKP’ê yên li dijî jinan e. Dewleta Tirk a dagirker êdî tu ferq û cudahiyê naxe nava jinên ciwan û jinên bitemen. Li dijî hemûyan revandin, qetilkirin û şantajan bi kar tîne. Ji bo girtinê tawanan bi kar tîne. Gelek jin tenê ji bo ku Kurd in hatine revandin û di kirêttirîn cureyên tundiya derûnî û bedenî re derbas dibin, li gel wê jî malbatên wan bi fîdyeyan şantaj dikin. Heta niha jî bi sedan jin girtî û revandî ne û çarenûsa bi dehan ne diyar e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên girêdayî milîsên rêxistina Îxwan El-Mislimîn, li tevahî navçe û gundewarên Efrînê girtîgeh ava kirine û tê de jinên revandî hene.

Ji her komeke milîs re gelek girtîgeh li gelek gundên lê serwer hene, li gel wê jî girtîgehên navendî li navenda Efrînê, mîna girtîgeha Maratê ya ku çeteyên bi nave "polîsên leşkerî û sivîl" bi rê ve dibin hene. Beriya çend rojan jî artêşa Tirk a dagirker çapxaneya ‘Ronahî’ ya li rex Nexweşxaneya Avrîn kir girtîgeha jinan.

Ya balkêş, di çend mehên borî de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî jinan li Efrînê zêde kirin. Her wiha rojek jî bêyî revandin û destdirêjiya li dijî jinan derbas nabe. Êdî jinên li Efrînê ditirsin ku bi tenê li kolanan bimeşin û bûne dîlê male, ji bilî wê jî cilên reş li ser wan hatine ferzkirin, her wiha dewreyên olî yên ku dewleta Tirk a dagirker û rêxistina Îxwan El-Mislimîn li piranî herêmên Efrînê vekirine, hatin ferzkirin.

Em "jinên herêma Efrînê di demekê de ku bi gotinên tûjî van sûcan şermezar dikin, desthilatên Tirk û çeteyên wê bi jinên girtî re sûcan pêk tîne. Em barê çarenûsa wan jinên girtî û revandî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne, hildigirin li ser rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û mirovî. Lê ew rêxistin bi bêdeniya xwe êdî bûne şirîkên sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî revandiyên li Efrînê."

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sj4nzPnI_gI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>