Artêşa Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Sûriyê yên Seraqibê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker careke din nuqteyên girêdayî hêzên hikumeta Sûriyê yên li Seraqibê topbaran kirin, di heman demê de jî hêzên hikumeta Sûriyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li bejahiyên başûrê rojhilatê Idlibê hedef girtin.

Artêşa Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Sûriyê yên Seraqibê topbaran kirin
6 îlon, 2020   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro hêzên hikumeta bi moşekan herêmên Fitêra, Sifohin, Kefer Uwêd, Kensefra û Riwêha yên li bejahiyên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Girêdayî mijarê, li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê  (SOHR) artêşa Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumetê yên li Kefer Nibul û derdora wê û Seraqibê yê bejahiyên başûrê rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

SOHR’ê da zanîn ku şeva berê hêzên hikumetê bajarokê Ehsem, gundên Kefer Uwêd û Sifohin ên li çiyayê Zawiyê yê li bejahiyê Idlibê topbaran kirin, lê tu agahiyên li ser ziyanên canî heta niha bi dest neketine.

(fr)