​​​​​​​Ji Rêveberiya Xweser peyama sersaxiyê ji bo Dr. David Graeber  

Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî ji bo wefata dostê gelê Kurd û Dr. David Graeber ê ji DYA`yê, malbat û hevalên wî xwest.

​​​​​​​Ji Rêveberiya Xweser peyama sersaxiyê ji bo Dr. David Graeber  
6 îlon, 2020   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Peyama sersaxiyê ya Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Mixabin me agahiya wefata Dr. David Graeber ê fîlozof, zanar û antropolojîst bihîst. Dr. David Graeber di 2’yê Îlona 2020’na de li bajarê Venice yê Îtalyayê wefat kir.  Dr. David Graeber gelek caran serdana Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribû û tecrubeya demokratîk û biratiya gelan şopandibû.

David Graeber, zanyarekî antropolojiyê û çalakgerekî amerîkî bû, hevalê wî Maurice Bloch digot ku li ser asta cîhanê ew baştirîn şîrovekarê antropolojiyê ye û li gel vê xwedî gelek berheman e ku pirtûkxaneya cîhanê û fikrê mirovahiyê dewlemend kir.

Em jî wek Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê xwe û bi navê gelê xwe sersaxiyê ji mirovahiyê, malbat û DYA`yê re dixwazin.

Dilovaniya Xwedê li giyanê wî be û sersaxî ji malbat, hogir û hevalên wî re be.”

(eh)