Li bejahiya Dêrazorê, nakokî di navbera du malbatan de derket

Li gundewarê rojavayê Dêrazorê du malbat bi hev ketin û ji ber wê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û yek birîndar bû, Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînê kirin.

Li bejahiya Dêrazorê, nakokî di navbera du malbatan de derket
5 îlon, 2020   11:03
DÊRAZOR

Sedema şerê  di navbera her du malbatên ji bajarokê Hecnê yê gundewarê rojavayê Dêrazorê li bûyereke kevn vedigere. Di encama şerê herdu malbatan de, Casim Himêdî El-Celûd û Newaf Himêdî El-Celûd hatin kuştin û Emîn Himêdî El-Celûd jî birîndar bûn.

Çavkaniyan ragihandin ku malbata yekem a ku li rojavayê gundê Dêrazorê ye duh nîvro êrişî malbata li bajarokê Hecnê kir û şer derket.

Têkildarî bûyerê Hêzên Ewlehiya Hundirîn herêm dorpêç kirin û şer rawestandin û dest bi lêpirîsnê kirin.

(eh)

ANHA