Li rojavayê Til Temirê çeteyan erebeyeke bombebarkirî teqandin

Çeteyên Sultan Murat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker erebeyeke bombebarkirî li nêzî baregeheke leşkerî ya li gundê Rêhaniyê yê dagirkirî yê li bakurê rojavayê navçeya Til Temirê teqand.

Li rojavayê Til Temirê çeteyan erebeyeke bombebarkirî teqandin
5 îlon, 2020   10:59
HESEKÊ

Di navbera komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nakokî li ser dizîn û wêrankirina mal û milkên sivîlan zêde dibin.

Çavkaniyên herêmî, ragihand ku li navçeya Til Temirê çeteyên Sultan Murat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker erebeyeke bombebarkirî li bakurê rojavayê Til Temirê yê kantona Hesekê teqand.

Çavkanî ragihand ku erebeya bombebarkirî du nîvor li gundê Rêhaniyê yê di bin serweriya çeteyan de  dûrî bakurê bajarê Til Temirê bi 4 kîlometere hat teqandin.

Çavkanî da zanîn ku teqîn li nêzî baregeke leşkerî ya li gund teqiya, her wiha destnîşan kir ku çeteyên li wan gundan bi cih bûne çeteyên Sultan Murat, çeteyên Hemzat, Feyleq El-Şam û gelek ketîbeyên çeteyên dîtir in.

Dîmena ku bi dest çavkanî ketiye tê piştrastkirin ku çeteyên erebeyên bombebarkirî teqand û tu agahiyên li ser zirarên canî ya çeteyan bi dest neketine.

Li gudnên li eniya bakur û rojavayê Til Temirê di 30’yê Tebaxa borî de di navbera çeteyên Sultan Murat û çeteyên Hemzat şerekî bi çekên giran rû da.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GAz_PQOWa-s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>