Yekitiya Jinên Azad li Şehbayê konferansê xwe yê sêyemîn lidar xistin

Îro li Şehbayê bi dirûşmeya"Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayê em dawî li dagirkeriyê bînin û şoreşa jinan misoger bikin" konferansa sêyemîn a Yekitiya jinan destpê kir.

Yekitiya Jinên Azad li Şehbayê konferansê xwe yê sêyemîn lidar xistin
Yekitiya Jinên Azad li Şehbayê konferansê xwe yê sêyemîn lidar xistin
Yekitiya Jinên Azad li Şehbayê konferansê xwe yê sêyemîn lidar xistin
Yekitiya Jinên Azad li Şehbayê konferansê xwe yê sêyemîn lidar xistin
5 îlon, 2020   11:16
ŞEHBA

Konferans Ii hola Çand û Hûnerê ya navçeya Fafînê ya Şehbayê bi beşdariya 100 delegeyên yekitiyê û endamên saziyên jinan destpê kir.

Yekitiya Jinên Azad hola konferansê bi wêneyên şehîdên di pêvajoya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne, alên Yekitiya Jinên Azad ên li Şehbayê û pankartên bi nivîsên"Soz em ê rejîma Îmaraliyê hilweşînin û bi rêber Ocalan re azad bijîn" daliqandin.

Konferans bi deqak rêzgirtin li ser giyanê şehîdan destpê kir, paşê 3 kes ji bo birêvebirina konferansê hilbijartin. Piştre, Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk Hediya Yusif axivî û lidarxistina konferansê li rêber Abdullah Ocalan û tevhiya jinên li Şehbayê pîroz kir.

Paşê rapora salane ya kar û xebata Yekitiya Jinên Azad ên li Şehbayê hate xwendin û endama koodînasyona Yekitiya Jinên Azad a li Şehbayê ya li navçeya Ehresê Rehmê Elî şirove kir.

Girîngtirîn xebata ku yekitiyê pêk anîye, vekirina akademiya taybet bi Yekitiya Jinên Azad ên li Şehbayê, ji bo endaman 5 dewreyên perwerdeê hatin vekirin, 75 endam tev li yekitiyê bûne, ji jinên li Şehbayê 373 civîn lidar ketine.

Paşê beşdaran rewşa rêxistinî ya yekitiyê nîqaş kirin û konferans li pêşiya dezgehên çapemeniyê hate girtin.

Tê payîn ku konferans bi xwendina rêziknameya yekitiyê, guhartinên tê de çêbûne û rêveberiya yekitiyê ya nû hilbijartin dewam bike.

eh

ANHA