Hûsiyan balafirek bombebarî şand Siûdiyê û koalîsyonê ew rûxand

Fermandariya Hêzên Hevbeş a Koalîsyonê (Koalîsyona Piştgiriya Yasayî ya li Yemenê) ragihand ku komên Hûsiyan balafireke bêpîlot û bombebarkirî ji asmanê Yemenê şandin Siûdiyê, koalîsyonê jî ew rûxand.

Hûsiyan balafirek bombebarî şand Siûdiyê û koalîsyonê ew rûxand
5 îlon, 2020   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hêzên Koalîsyonê Efser Tirkî El-Malikî eşker kir ku hêzên Koalîsyonê yên hevbeş balafira bêpîlot û bombebarî ku komên Hûsiyan ji asmanê Yemenê şandibûn Siûdiyê, rûxandin.

Beriya çend rojan koalîsyonê ragihandibû ku ji bo bersivdayîna êrişên Hûsiyan divê tedbîrên  girîng werin girtin.

Tirkî El-Malikî wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Dê hesabê van planan û pêkanîna kiryarên terorane ji kesên terorîst were xwestin."

eh