Jinên Efrînê bi  daxuyaniyekê sûcên li dijî zarok û jinan şermezar kirin

Koodînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê sûcên derexlaqî yên li dijî jin û zarokên li herêmên dagirkirî şermzar kirin.

Jinên Efrînê bi  daxuyaniyekê sûcên li dijî zarok û jinan şermezar kirin
5 îlon, 2020   10:25
ŞEHBA

Bi armanca şermezarkirina sûcên li  herêmên dagirkirî li dijî jin û zarokan tê meşandin bi dehan endamên Kongreya Star û endamên saziyên kantona Şehbayê kom bûn û daxuyanî dan.

Endama Tevgera Civaka Demokratîk Elîfê Şêx Mihmed daxuyaniya bi zimanê erebî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Koodînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê em sûcên derexlaqî û dermirovî yê ku li dijî jinan û zarokan bi giştî pêk tê şermezar dikin, nexasim di pêvajoya çengên di dîrokê de rû dane û heta roja me ya îro.

Di dema aloziya Sûriye de ku tevahiya Sûriye û herêmên artêşa Tirk ji komên terorîst ên çekdar dagir kirine, tê re derbas dibe, dewleta Tirk siyaseta qirkirina etnîkî û tetrîkbûna herêman dimeşîne û hewl dide demgrafiya herêmê biguherîne. Li gel vê yekê bi hemû rêbazan zarokan direvîne û îşkence dike, jinan direvîne û sûcên cinsî li dijî wan pêk tîne. Di heman demê de, li dijî mirovahiyê êrişên hovane pêk tîne, mînaka wê jî bi îdîayên namûsê ku fikira wê xwe dispêre hişmendiya mêrdestiyê jinan qetil dikin û hejmara jinên xwe dikuşin zêde dibe.

Em jî wekî rêxistina jinan bang li tevahiya rêxistinên jinan, mafên mirovan ên li cîhanê, nexasim bang li Rêxistina Parastina Mafên Zarokan UNICEF) û civaka navneteweyî dikin, ku bi erka xwe rabin û dawî li van sûcan bînin û parastina nirxên mirovahiyê bikin.

Em soz didin ku em ê wekheviyê û edaletê di nava civakê de misoger bikin, ji ber jin jiyana azad e  civakeke azad, bi exlaq û ekolojî ava dike."

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IKU-s2tgab4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>