Rojnameyên erebî: Rûsya dixwaze komîteya destûrê ji Cinêvê derxe

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rawestandina rêgeha ‘Komîteya Destûrê ya Sûriyê’, xitimîna siyasî ya li Iraqê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya dixwaze komîteya destûrê ji Cinêvê derxe
18 tîrmeh, 2022   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÇIMA RÛSYA DIXWAZE XEBATÊN SIYASÎ YÊN SÛRIYÊ JI CIVÎNÊ DERXE?’

Têkildarî kar û barên Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Şamê nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen agahdar kir ku dê şandeya xwe ji bo gera 9`emîn a civînên komîteya destûrê ya 25`ê Tîrmehê, neşîne Cinêvê. Ev yek tê wateya ku dê xebatên siyasî yên Sûriyê yên bi sponseriya NY`yê rawestîne.

Sedema rastîn ne girêdayî redkirina mekanîzmaya xebatên komîteya destûrê yan nîqaşên her du şandeyên hikumetê û ya “desteya dan û standinan” a muxalîf, ji aliyê Şamê ve ye. Lê belê, biryara Şamê li gorî perspektîfa Moskovê ye. Her wiha ew ne girêdayî redkirina naveroka xebatên sererastkirina destûra Sûriyê û mijarên wekî serdestî, ajandeyên derve yan dagirkeriyan ji aliyê Rûsyayê ve ye, lê belê girêdayî helwesta Rûsyayê li hember şerê Ukraynayê ye. Bi kurtasî, Moskov ji derketina Swîsreyê ji noteriya xwe û tevlêbûna cezayên rojavayî li dijî Rûsyayê ji ber şerê Ukraynayê, ne razî ye.

Bê guman, biryara ku ji dêvla Moskovê Şamê pê Cinêv agahdar kiriye, dê li ser maseya serokên “garantorên” Astanayê be (Pûtîn, Erdogan û Reîsî) ku dê roja sêşemê li Tehranê li hev kom bibin. Rast e, Tehran dixwaze li Sûriyê destkeftiyekê bi dest bixe, Enqere jî wê dixwaze. Lê belê tê texmînkirin ku rojeva sereke ya civîna serokan dê çarenûsa operasyona Tirkiyê ya muhtemel a li bakurê Sûriyê be, her wiha hevkariya dijminane ya Enqere-Moskovê li Ukraynayê. Niyeta Îranê jî heye ku dosyayên din ên girêdayî rola wê û serdana serokê Amerîkayê Joe Biden nîqaş bike.”

‘CIVÎNA RÊVEBERÊN BLOKÊN PARLAMENTOYÊ YA LI GEL LIHEVNEKIRINA ALIYÊN KURDÎ’

Der barê rewşa Iraqê de jî rojnameya El-Ereb nivîsand: “Bloka Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) roja yekşemê piştrast kir ku dan û standinên bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re hîna di heman xelekê de digerin û heta niha li ser namzetê ji bo serokatiya Iraqê negihaştine lihevkirinekê.

Ev helwest şeva civîna rêveberên blokên siyasî pêk hat ku tê payîn roja duşemê li avahiya parlamentoya Iraqê bê lidarxistin. Civîn li ser bangewaziya serokatiya parlamentoyê bû da ku rêbazên dewamkirina xebatên destûrê û di serî de hilbijartina serokkomar, nîqaş bikin ku ev yek şertê erkdarkirina serokwezîr bo avakirina hikumeta nû ye.

Parlamenterê bloka Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê Karwan Yarûys ji ajansa Şefeq News a Iraqê re wiha got: “Têkildarî lihevkirina li ser namzetê peywira serokkomariyê, di navbera YNK û PDK’ê de diyalog heye, lê heta niha ev diyalog bi encam nebûne.”

Tê payîn ku hefteya bê ji bo hilbijartina serokkomar rûniştinek çêbe. Tê texmînkirin ku Çarçoveya Hemahengiyê serokkomar Berhem Salih hilbijêre.

Her wiha tê pêşbînkirin ku helwesta serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr bandorê li hilbijartina serokkomar neke.”

‘PIŞTÎ SEWQIYATÊN LEŞKERÎ LI TERABLUSÊ REWŞEKE BENDEWARIYÊ HEYE’

Rojnameya El-Itîhad a Îmaratê jî li ser rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Piştî şevekê ji sewqiyatên leşkerî yên piştî îstîfakirina serokê Saziya Nîştimanî ya Petrolê Mistefa Sunallah û erkdarkirina Ferhat bîn Qedare li şûna wî, ji bajarê Zawiyê ve hatin, li kolanên paytexta Lîbyayê Terablusê aramî serwer bû.

Çavkaniyên xwecih got wekî bersivdayîna sewqiyatên leşkerî yên li dergeha 2`yan a rojavayê Terablusê ji aliyê komên çekdar ên bajarê Zawiyê ve, hêzên ewlekariyê li naverasta Terablusê belav bûn.

Atkîvîstan hin dîmen parve kirin û got ew ên komeke çekdar a girêdayî qaçaxçiyeke petrolê ne ku bi armanca Sunallah vegerîne ser peywirê, ber bi Terablusê ve ketibûn rê.

Li aliyê din, hin dîmenên hêzên girêdayî Hikumeta Yekitiya Nîştimanî yên li derdora Saziya Nîştimanî ya Pertolê û hêzên din ên li nêzî Kobrî El-Xîzan a Terablusê bi cih bûbûn, hatin parvekirin.

Çavkaniyan ji rojnameyê re diyar kir ku Sunallah bi rêya milîsên çekdar hewl dide tevliheviyê li Terablusê derxe.

Serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî Ebdulhemîd El-Debîbe jî îşaret bi Mistefa Sunallah û serokê hikmetê yê parlamentoyê erkdar kiriye Fethî Başaxa kir û li ser hewldana ketina Terablusê hişyarî da.”

(cx)