​​​​​​​'Armanca Tirkiyê îmhakirina şaristaniya gelên herêmê ye'

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji rûxandina cihên dîrokî yên herêmên dagirkirî û talankirin wan, îmhakirina nasname û mîrasê şaristanî yê gelên herêmê û berdewamkirina kiryarên DAIŞ`yê ye.

​​​​​​​'Armanca Tirkiyê îmhakirina şaristaniya gelên herêmê ye'
4 îlon, 2020   03:16
EYN ÎSA

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl li ser rûxandina artêşa Tirk a dagirker girîngtirîn girên dîrokî li Girê Spî (Girê Sahlan), axivî.

Hêvînê kiryarên tunekirina mîrasê çandî û şaristanî yên herêmê, şermezar kir û bi berdewamkirin siyasetên Tirkiyê yên li dijî şêniyên Girê Spî bi nav kir.

'ARMANCA TIRKIYÊ ÎMHAKIRINA ŞARISTANIYA GELÊN RESEN E'

Hêvîn Îsmaîl daxuyand ku armanca dewleta Tirk ji van kiryaran, îmhakirina şaristaniya gelên resen e ku ji beriya bi hezaran salan ve li herêmê bi cih bûne. Ev yek bi rêya dizîna cih û tiştên dîrokî û rûxandina wan e, ku bi awayekî li dijî qanûnên Rêxistina Navneteweyî ya Parastina Şûnwaran )UNESCO) pêk tê.

Di demên dawîn de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê girîngtirîn girên dîrokî yên Girê Spî ku bi "Girê Sahlan" tê naskirin û li nêzî gundê Xirbet El-Riz ê girêdayî kantonê dikeve, rûxand. Li gorî şandeyên şûnwarî ku serdana herêmê kirine, dîroka vê girî vedigere 3 hezar sal berî Zayendê.

'EV SIYASET BERDEWAMKIRINA KIRYARÊN DAIŞ`YÊ YE'

Hêvîn Îsmaîl da zanîn ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker berdwamkirina kiryarên çeteyên DAIŞ`yê ye. Çeteyan tiştên şûnwarî di sînorên Tirkiyê re derbas dikir û piştre bi awayekî eşkere difrotin.

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên têkildarî mîrasên mirovî û şaristanî wekî (UNESCO) kir ku destwerdanê bikin û van kiryaran bi dawî bikin. Her wiha tedbîrên pêwîst ji bo parastina şûnwar û cihên dîrokî yên di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker de bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ne tenê Girê Sahlan hate rûxandin,  gelek cihên dîrokî yên herêma Girê Spî hatin wêrandkirin,  ji wan "bajarê El-Far û El-Sebî" yên dîrokî ne. Her wiha Girê Kefîfe yê dîrokî wekî nuqteyeke leşkerî tê bikaranîn.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OopJjLBpczc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>