Şêniyên Şêxmeqsûdê berxwedana Heftanînê silav kir

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê êrişên dewleta Tirk  dagirker ên li ser Heftanînê şermezar kirin û banga  yekitî û mezinkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê kir.

Şêniyên Şêxmeqsûdê berxwedana Heftanînê silav kir
2 îlon, 2020   05:52
HELEB- MIHEMED EBDO – ARIF SILÊMAN

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Heftanîna ya Başûrê Kurdistanê da û berxwedana Heftanînê silav kir.

Ciwanê bi navê Ednan Reşîd got, çawa êrişên dewleta Tirk a dagirker li Qendîlê bi bin ketin, dê li Heftanînê jî bi bin kevin. Reşîd wiha lê zêde kir: "Dîroka dewleta Tirk tijî komkujî û dagirkirin e. Em dibînin ku ev tevgerên Tirkiyê li ser bingehên vegerandina dewleta Osmanî ne."

Welatiyê bi navê Arif Osman jî got: "Li Helebê, em li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û ji bo piştgiriya Heftanînê rabûne."

Osman destnîşan kir ku dewleta Tirk kapîtalîzmê temsîl dike û ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan li heremê dixebite. Osman bal kişand ser girîngiya ku hemû kes li çar perçeyên Kurdistanê werin ba hev û wiha got: "Em ê bê tirs li dijî artêşa Tirk bisekinin."

Welatiyê bi navê Mihemed Reşîd Hebeş jî got: "Em bi berxwedana Heftanînê re ne. Em êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar dikin û binpêkirinên wê li ser gel qebûl nakin.”

Hebeş bang li hemû partî, tevger û partiyên Kurdistanî kir ku rêza xwe bikin yek, li dijî  êrîşan bisekinin û bersiva dagirkeran bidin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lUOFFAinanc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>