YE`yê gefa ferzkirina cezayan li dewleta Tirk xwar

Nûnerê herî bilind ê Yekitiya Ewropayê (YE), şertên yekitiyê ji bo sivikkirina asta rageşiyê li rojhilatê Deryayê Spî û dûrxistina Eqereyê ji ferzkirina cezayên Ewropayê, ragihandin wezîrê derve yê dewleta Tirk Çavuşoglu.

YE`yê gefa ferzkirina cezayan li dewleta Tirk xwar
31 tebax, 2020   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

YE`ê got gavên yekalî yên dewleta Tirk li rojhilatê Deryayê Spî asta rageşiyê zêde dike û diyar kir ku helwesta yekitiyê li hemberî rawestandina dewleta Tirk tevgerên xwe yên yekalî yek e.

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas demek berê destnîşan kir ku welatê wî têkbirina ewlehiya herêma rojhilatê Deryayê Spî qebûl nake. Her wiha da zanîn ku derfeta dîtina çareseriyekê ji aloziyê re beriya ku 24`ê Îlonê bê, heye. Tê payîn di vê dîrokê de lûtkeya Ewropayê dê mijara ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk ji ber tevgerên wê li rojhilatê Deryayê Spî nîqaş bike.

Nûnerê herî bilind ê YE`yê înê eşkere kiribû ku YE`yê dê mijara ferzkirina cezayan li dewleta Tirk ji ber tevgerên wê gotubêj bike. Her wiha hişyarî ji nîqaşkirina girtekên zêdetir li dijî dewleta Tirk di lûtkeya Konseya Ewropayê de ya ku tê payîn di Îlona 2020`an de li dar keve, da.

Rageşiya di navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de di çend hefteyên borî de têkildarî lêgerîna petrol û gazê li rojhilatê Deryayê Spî zêde bû. Ew rageşî gihaşt asta şer.

(şx)