Jinên Ciwan: Em ê asta têkoşîna li hember tundiyê mezin bikin

Yekitiya Jinên Ciwan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi daxuyaniyekê, got: "Li hemberî tevahiya cureyên tundiya ku li dijî jinan têne kirin, em ê asta têkoşînê mezin bikin."

Jinên Ciwan: Em ê asta têkoşîna li hember tundiyê mezin bikin
31 tebax, 2020   15:58
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan li ber navenda xwe ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê daxuyaniya da. Daxuyanî bi zimanên Kurdî ji hêla endama yekitiyê Emîne Ebdo ve û bi zimanê Erebî ji hêla endama yekitiyê Aljîn Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Yên ku rola sereke di avabûna civakê de lîstine jin in. Jina pêşeng civaka derdora xwe bi wekhevî, edalet û pîvanên exlaqî bi rêve dibe. Hemû pêşketin bi destê jinê bûn û dîrokê şahidê vê yekê ye. Lê bi derketin û pêşketina zihniyeta baviksalarî re yên ku bi zihniyeta xwe ve desthilatdar û qirêj êrişî nirxê civakê kir û ji bingeh ve êrişî jinê kir. Êdî di seranserî demê de û heta roja me de bi navê pir û rê û risêmên civakî û li kêlek vê bikaranîna hemû cûreyên şîdetê li dijî îradeya jin ku bikaribin bişkînin û bi rihetî bighêjin armancên xwe.

Di roja me ya îro de sîstema kapîtalîst li kêlka van hemû kiryaran jin xist amûrek bi meta film û reklama xwe de û milê wê yê cinsî de derdixîne pêş. Wekî em dibînîn em dibînin îro jin tên kuştin û firotin û di bin navê saziya zewaca sexte tê xapandin û fihûşê belav dike.

Heke em civakeke azd bixwazin divê em van mijaran paşguh nekin, li her derê eşkere bikin û qebûl nekin û bi zanebûna wê belav bikin.

Ji bingeha jina azad civaka azad e, wekî Yekitiya Jinên Ciwan û di bin diruşmeya "Serhildana Jinên Ciwan tolhildan e" li dijî hemû cûreyên şidetê û bikaranîna jinan disekine, bi tu awayan qebûl nakin. Li ser vê bingehê û li ser mîraseya jina azad û berxwedêr û bi fikir û ramanê Rêber Apo, em ê li her deverê bin û çalakiyên xwe pêş bixin ta ku em bighêjin armancên xwe û li dora her jinekê ku ev sîstem dixwaze bike qurbana xwe, ser şopa Zîlan, Hebîn Leyala Agirî serhildana heta dawî tolhildan e."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8XSBAZEhnEY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>