Şehîd Leyla Agirî li Hesekê hate bibîranîn

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) a ku di Hezîrana 2020'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke hewayî de şehîd bû, li Hesekê hate bibîranîn.

Şehîd Leyla Agirî li Hesekê hate bibîranîn
Şehîd Leyla Agirî li Hesekê hate bibîranîn
Şehîd Leyla Agirî li Hesekê hate bibîranîn
Şehîd Leyla Agirî li Hesekê hate bibîranîn
31 tebax, 2020   15:00
HESEKÊ

Merasîmê bîranînê ji aliyê Kongreya Star ve bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Şemo axivî û got: " Dewleta Tirk dixwaze siyaseta xwe li ser civaka me ferz bike, dixwaze me tune bike û vîna gel bişkîne. Dewleta Tirk li Efrînê şerê me kir, piştre Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Niha jî li Heftenînê êrişî gelê me dike."

Endama Kongreya Star a Hesekê Zeyneb Şîtka jî axivî û got:” Şehîd Leyla Agirî ji bo doza xwe, doza wekhevî û edaletê ya Tirkiyê hemûl nake canê xwe feda kir."

Zeyneb Şîtka diyar kir ku şehîd Leyla li gelek deverên Kurdistanê têkoşiya û bi berxwedaniya xwe ya bê hempa û kesayeta xwe bi hêz dihat naskirin. Her wiha got: bi hevgirtin, yekitî û vîna gelê Kurd serkeftina li hember dijmin û rêgirtina li pêşiya dagirkirina Kurdistanê pêkan e."

Di dawiya merasîmê de belgefîlmeke li ser jiyana şehîd Leyla Agirî hate pêşandan.

ANHA