Partiya Vîna Gel çi ye?

MSD'ê û Partiya Vîna Gel a bi serkêşiya Qedrî Cemîl  têkildarî çareseriya siyasî ya Sûriyê muzakereyeke lihevkirinê îmze kir. Partiya Vîna Gel çi ye?

Partiya Vîna Gel çi ye?
31 tebax, 2020   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN- KÎVARA ŞÊX NÛR

Partiya Vîna Gel a 12'ê Nîsana 2012'an hate damezirandin. Ev partî ji "Komîteya Niştimanî ya Yekitiya Komunistên Sûriyê" derket. Komîte ji komeke komunistan pêk dihat ku ji "Patiya Komunist a veşart (Baskê Xalid Begdaş) veqetiya.

Partiya Vîna Gel ruxset ji hikumeta Sûriyê girtiye û yek ji partiyên opozisyona Sûriyê ya hundirîn e.

Partiya Vîna Gel, piştî avakirina "Komîteya Niştimanî ya Yekitiya Komunistên Sûriyê" hate avakirin, piştre veguherî partiyeke siyasî ku navê "Vîna Gel" li xwe kir.  Partiya Vîna Gel hewl dide li gorî şertên heyî tevbigere bêyî dest ji fikirê Marksîst-Lenînîst berde. Ji armancên wê yên stratejîk "Rola komunistên Sûriyê li welat vegerîne"

Yekitiya Komunîstên Sûriyê bingeha wê koma (Qasiyûn) e, ku beşek ji Partiya Komunist a Sûriyê- Begdaş e. Ev kom ji 27 kesan pêk dihat, mîqasa şerefê ragihand û bang li komnuistan kirin ku mîqasê îmze bikin.

Koma behsa mijarê veguherî partiyek nû. Bi destpêka aloziya Sûriyê re, hevbendiyên tayet ava kir, bi Partiya Sûriyê ya Netewa ya Civakî re hevbendî çêkir. Her wiha bi gelek kesayetên serbixwe yê bi navê "Eniya Niştimanî ya Gel a Guhertin û Rizgarkirinê" ya bi serkêşiya Qedrî Cemîl jî hevbendî çêkir.

QEDRÎ CEMÎL KÎ YE?

Qedrî Cemîl, sekretrê Partiya Vîna Gel e û serokatiya platforma Moskowê dike, ku beşek ji şandeya opozîsyonê ya di navê Komîteya Destûrî de ye.

Qedrî Cemîl Wezîrê Bazirganiya Navxweyî û Parastina Mezêxer di hikûmeta Sûriyê de, cîgirê Serokwezîrê Karûbarên Aborî, her wiha û yek çavdêrên amadekirina destûra Sûriyê di 2012'an de bû.

Li gorî biryara 29'ê Cotmeha 2013'an, Cemîl ji hemû erkên xwe yên di hikumeta Sûriyê de hate dûrxistin. Sedema ya dûrxistina "Bêyî destûr ji cihê karê xwe diçe, erka xwe wekî cîgîrê wezîrê abor bi cih nayîne. Her wiha bêyî koordîneya bi hikumetê re çalakiyan li derveyî welat dike."

Pişt derxistina wî ji kar, Cemîl ji Sûriyê derdikeve û diçe Moskowe da ku diyalogan ji bo aloziya Sûriyê pêk bîne. Li wir bi  balyozê berê yê DYA'yê Şamê li Cinêvê Robert Ford re hevdîtin pêk anî.

ANHA