MSD`ê encamên civîna bi Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê re eşkere kir

Endamê şandeya MSD`ê ya ku çûne Rûsyayê, Hikmet Hebîb got: “Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê piştrast kir ku wê piştgiriya beşdariya nûnerên MSD`ê û Rêveberiya Xweser di çareseriya bike. Rayedarên Rûsyayê  di wê baweriyê de ne ku bêyî beşdariya gelê Sûriyê ew ê çareseriya siyasî bi ser nekeve.”

MSD`ê encamên civîna bi Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê re eşkere kir
31 tebax, 2020   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Piştî MSD`ê û Partiya Vîna Gel muzekera lihevkirinê îmze kirin, bi Wezareta Karê Deve ya Rûsyayê re civiyan.

Têkildarî encamên hevdîtinê cîgirê serokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb got: “Me bi Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê re li gorî biryara 2254`an nîqaşa rewşa siyasî kir. Di heman demê de aktîfkirina diyaloga Sûrî-Sûrî jî hate nîqaşkirin.”

Hebîb da zanîn ku wezaretê piştrast kiriye ku ew ê piştgiriya beşdariya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bikin, çi li ser asta MSD`ê be yan jî li ser asta Rêveberiya Xweser be, li gel vê yekê têkildarî heman mijarê ew ê bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pederson û platformên din re bikevin nava diyalogan.

Hikumet wiha axaftina xwe domand: "Tişta me fêm kir, wezareta Rûsyayê serwert bûye ku li Sûriyê bêyî beşdariya gelê Sûriyê ew ê çareseriya siyasî misoger nebe, nexasim ku Rêveberiya Xweser û MSD`ê beşdar nebin. Lavrov piştrast kir ku ji  mafê MSD`ê ye beşdarî pêvajoya siyasî bibe û heke beşdar nebe ew ê komîteya destûrî ya li Astanayê, Cinêvê yan jî diyalogên têkildarî Sûriyê kêm bimînin.”

Têkildarî xalên din ên ku hatine nîqaşkirin, Hebîb ragihand ku nîqaşa rewşa meydanî û êrişên dewleta Tirk, hate kirin. Hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk hîn berdewam in, nexasim li ser rêya M4`ê, bi armanca sivîlan bike hedef balafirên bêpîlot bi kar tîne. Di heman demê de nîqaşa çareserkirina ava Hesekê hate kirin û Rûsyayê soza şopandina vê dozê da.

(eh)

ANHA