Artêşa Tirk nuqteyeke nû li Idlibê çêkir

Artêşa Tirk li çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê nuqteyeke nû çêkir û bi vê yekê hejmara nuqteyên artêşa Tirk a dagirker li herêmê gihaşt 68 nuqteyan.

Artêşa Tirk nuqteyeke nû li Idlibê çêkir
31 tebax, 2020   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirk li gundê Beylonê yê li çiyayê Zawiye yê li başûrê parêzgeha Idlibê nuqteyeke leşkerî ya nû ava kir.

Hejmara nuqteyên Tirkiyê yên li Idlibê gihaşt 68’an û li van deveran in; Selwa, Keleha Seman, Şêx Eqîl, Til El-Îs, Til Tofan, Til Serman, çiyayê Enedan, Zeytûna, Morik, Raşidîna Başûr, Şêr Mixer û Iştereq.

Nuqteyên ku nû hatine avakirin jî ev in; Enedan, Raşidîn, Meret Hetat, nuqteyên li Seraqib, Tirnebeê, Neyreb, Mixêr, Qemînas, Sermîn, balafirgeha Teftenaz, Meret Nesan, Meret Misirîn, Cîna, Kefer Kermîn, Tewama, Foc 111, baregeha Mestûma, Termanîn, Etrib, Daret Izê, Berdeqlî, Nehîlê, Meterim, Bisinqol, Nebî Eyûb, Bizabor, Batibo,  Kefer Noran, Ebzimo, Ram Hemdan, Cînê, Mişêrfê, Til Xetab, Bedama, Naciyê, Ziêniyê, Xesaniyê, Kefîr,  Birnas, , Erîha, Cent El-Qura, Besamîs, Qimet Til Nebî Eyûb, Qiyasat, nêzî Bisinqûl, Merata, Mereyan, Muntif, Mihembil û Til Erqam.

Artêşa Tirk hîn jî karwanên çek û cebilxaneyê dişîne Idlibê û ber bi baregeha Mestûma ku li ser rêya Idlib-Erîha ye, dişîne.

Ji destpêka agirbesta nû ve hejmara karwanên artêşa Tirk a dagirker ku derbasî xaka Sûriyê bûne, gihaşt 4 hezar û 640’î, li gel vê yekê artêşa Tirk bi hezaran leşker jî şandine.

(eh)