ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-08-2020`AN
23 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê derbarê rûxandina goristana Şehîdan a bajarê Serêkaniyê û avakirina baregehan li cihê goristanê, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve daxuayniyekê dide. Girêdayî heman tiştî Kongreya Star li Qamişlo, Amûdê û Til Berakê daxuyaniyan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nivîskar Beşîr Mele Newaf got: “Doza Kurdan ne doza partiyekî, eşîrekî yan jî aliyekî ye. Doza exlaq û wijdanê ye. Doza hebûn û pêşeroja gelê Kurd e. Lewra tekane rêya azadiya gelê Kurd ew e ku yekitiya neteweyî ava bikin. Kesên vê yekitiya asteng dikin cihê wan di nava civaka Kurd de tune ye û dijminên gel in.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Piştî ragihandina AKP’ê ya daxwaza vekişîna ji Peymana Stenbolê ya li dijî tundiya li dijî jinan, gelek xwepêşandanên jinan pêk hatin. Bi wê re desthilatên dewleta Tirk dest bi girtina çalakvan û rojnamegerên jin kir. Gelo hedefa dewleta Tir ji xwesteka betalkirina vê peymanê çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û rojnamgerê misirî Fethî Mehmûd ku pêngava ‘Ber bi pêngava navneteweyî ya serbestberdana Ocalan ve’ ragihandiye, got: “Armanca pêngavê jinûve danasîna doza Kurd e û guhertinên ku Ocalan bi pêşniyarkirina netewa demokratîk çêkirine, ye. Bêyî serbestberdana Ocalan aştiya li Rojhilata Navîn ne pêkan e.” (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Dema ez li îhimalên serkeftina komîteya destûrê ya Sûriyê heta bi rêjeyeke kêm be jî yan destkeftiyên ku dê ji gelê Sûriyê re bîne digerîm, gotina pêşiyan a dibêje "ker tenê carekê dikeve kortê" hat bîra min.

CIVAK Û JIYAN

- Kantona Şehbayê di dorpêçê de ye. Li aliyekî pêwîstiyên jiyanî tûne ne, li aliyekî xebatkarên tenduristiyê û derman kêm in û xeteriya Koronavîrûsê jî rewşa jiyana şêniyan zehmettir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber pêkanîna qanûna cezayan a Amerîkayê (Qeyser) li ser Sûriyê û belavbûna Koronavîrusê bi rêjeyeke mezin, nirxê kel û pel û madeyên li sûkê bilintir bû. Vê yekê rewşa jiyanî ya welatiyan xerabtir kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Sedemê aloziya avê dewleta Tirk e, bi zanabûn avê li ser şêniyan qut dike. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û dewletên Koalîsyona Navneteweyî kir ku rê li pêşiya vê kiryara sûcdar a li dijî sivîlan bigirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA