​​​​​​​Şêniyên gundên Şêrewa di dorpêçê de bi xeteriya Koronavîrûsê re rû bi rû ne

Kantona Şehbayê di dorpêçê de ye. Li aliyekî pêwîstiyên jiyanî tûne ne, li aliyekî xebatkarên tenduristiyê û derman kêm in û xeteriya Koronavîrûsê jî rewşa jiyana şêniyan zehmettir dike.

​​​​​​​Şêniyên gundên Şêrewa di dorpêçê de bi xeteriya Koronavîrûsê re rû bi rû ne
24 tebax, 2020   04:14
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM-XANDÎ ELO

Ji beriya 2 sal û 5 mehan ve hikumeta Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk gundên Kelweta, Birc El-Qas, Zeraîtayê, Zoq El-Kebîr, Başmara û Meyasa dorpêç kirine û di dawiyê de rewşa şêniyên van gundan zehmet û ne baş e.

Zor û zehmetiya ji ber dorpêçkirinê li aliyekî û belavbûna vîrusa Korona li aliyekî din, ji ber vê yekê rewşa şêniyan di xeteriyê de ye.

Li aliyekî din jî şênî bi qesta dermankirinê diçûn bajarên Nibil û Zehraa, lê dema virus li her du bajaran belav bû, Meclisa Navçeya Şêrewa neçar man çûn û hatina şêniyên her du bajaran qedexe bikin.

Heta hin nexweşiyên din jî hene ku şênî azara wan dikişînin û nikarin ji ber vîrusê herin her du bajaran, lewra rewşa şêniyên herêmê kambaxtir dibe.

Tekane rêya çareseriyê ew e ku piştgiriyê bidin nuqteya Heyva Sor a Kurd a li gundê Birc El-Qas û alav û kadroyên tenduristiyê li wir zêdetir bikin. Di vê der barê de Endamê Heyva Sor a Kurd Abdullrehman Mihmed ji ajnasa ANHA`yê re got: “Piştî li bajarên Nibil  û Zehra virus belav bû, Meclisê neçar ma rêyan bigirin û parastina welatiyan ji vîrusê bikin. Li aliyekê din jî nuqteyên tibî û kadroyên pispor tune ne ku nexweş werin dermankirin. Ji ber vê yekê pirsgirêk derketin. Li her 6 gundên navborî tenê nuqteyeke Heyva Sor a Kurd a kantona Efrînê heye û ew jî ji bo destwerdanên lezgîn e.”

Di dawiyê de Abdullrehman bang li rêxistinên tenduristiyê yên cîhanê kir ku bi wan re bibin alîkar û jiyana bi hezaran ji xeteriyê derînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3UAomS5vWvg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>