Xwepêşandanên li paytexta Lîbyayê didomin

Li paytexta Lîbya, Terablusê gel li dijî hikumeta Wîfaqê daketin qadan. Çeteyên Tirkiyê gule li xwepêşanderan reşandin.

Xwepêşandanên li paytexta Lîbyayê didomin
23 tebax, 2020   20:57
NAVENDA NÛÇEAYN

Medyayê lîbyayî ragihandin ku xwepêşanderan li Terablusê ber bi avahiya meclisa serokatiyê ve çûn û çeteyên Tirkiyê gule li xwepêşanderan reşandin.

Her wiha hate ragihandin ku li bajarê Asabîa teşkîleyên bi navê "Simûd" hemleyên binçavkirinê pêk anîn.

Li paytexta Lîbyayê Terablusê û gelek bajarên din ji ber nebaşbûna rewşa jiyanî û gendeliya di saziyan de xwepêşandan hatin lidarxistin.