ꞌKeça min şehîda welat eꞌ

Beşdarên tev li merasîma ragihandina şehadeta şehîd Warşîn Egîd bûne, destnîşan kir ku berdêlên ku şehîd didin rêya bidestxistina azadiyê ne û bavê şehîd Warşîn got: "Keça min şehîda welat e."

ꞌKeça min şehîda welat eꞌ
ꞌKeça min şehîda welat eꞌ
ꞌKeça min şehîda welat eꞌ
21 tebax, 2020   10:50
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê merasîma xiyabî ya şervana Hêzên Parastina Gel (HPG) Hacir Musa (Warşîn Egîd) li dar xist. Warşîn Egîd di 23`yê Tîrmeha 2020`an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Malbata şehîd û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan tev li merasîmê bûn û merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê meclisê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Rêber Osê axivî û sersaxî ji malbata şehîd Warşîn re xwest.

Rêber Osê da zanîn ku Warşîn piştî zilm û zordariya dijmin li dijî gelan dimeşîne dît, tev li nava refên gerîla bû û di vê rêyê de gihaşt asta şehadetê.

Li ser navê malbatê, bavê şehîd Warşîn Mehmûd Musa axivî û got: "Keça min rêya şehadetê hilbijart û bû şehîda welat û tevahiya gelên azadîxwaz."

Mehmûd Musa soza berdewamkirina rêya şehîdan heta bidestxistina azadî û jiyana birûmet da.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

(eh)

ANHA