Demirtaş banga avakirina hevalbendiyeke demokrasiyê li dijî Erdogan dike

Selahattîn Demirtaş banga vegera li pergala parlamenter kir. Her wiha piştrast kir ku divê hevalbendiyeke xurt ku ji partiyên siyasî, rêxistinan û saziyên civaka sivîl bê avakirin da ku hevalbendiya AKP û MHP`ê ji holê rabe.

Demirtaş banga avakirina hevalbendiyeke demokrasiyê li dijî Erdogan dike
21 tebax, 2020   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê berê yê HDP`ê Selahattîn Demirtaş bi rêya parêzarên xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Desthilata Tirkiyê şaşiyên mezin kirine. Em li bendê bin ku ev pergal bi xwe biçe, şaşî ye.”

Demirtaş wiha domand: “Bi baweriya min ji bo xilaskirina welêt û civaka me ji rewşa heyî divê em hevalbendiyeke demokratîk a berfireh ava bikin. Divê armanca sereke ya vê hevalbendiyê yekgirtina civakê li ser rêgezên bingehîn ên demokrasiyê û pêşeroja hevbeş be.”

Demîrtaş got: “Divê partiyên siyasî pêşengiya hevalbendiya demokratîk bikin. Divê ev hevalbendî ji tevahiya çînên civakê re vekirî be. Ji sandîkayên karkeran heta bigihêje komeleyên pîşeyî, rêxistinên jinan, hawîrdor, ciwanan, hunermend û kesayetên wejeyî. Divê ev hevalbendî bi tevlêkirina hemû kesên ku rêgezên bingehîn ên vê hevalbendiyê qebûl dikin, mezin bibe.”

Her wiha Demirtaş diyar kir ku divê hevalbendiya ku tê payîn pêk were, armancên mîna amadekirina destûreke modern, veguhestina ber bi pergaleke parlamenter a xurt, dabînkirina serxwebûna dadgehê, dabînkirina azadiya ragihandin û ravekirina rayê pêk bîne.

Di vê dawiyê de piştî krîza aborî û paşdeçûna lîreyê Tirkiyê dengên dijberî siyaseta AKP`ê li gel pêla îstîfayan ku herî dawî beriya du rojan pêk hatibû, bilind dibin.

(şx)