​​​​​​​Malbatan ji bo çûna Îmraliyê  serî li dozgeriyê da

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo ku biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin, serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Malbatan ji bo çûna Îmraliyê  serî li dozgeriyê da
21 tebax, 2020   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan; Mehmet Ocalan û wasiyê wî parêzer Mazlûm Dînç ji bo ku biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê da.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe ji bo çûyîna Îmraliyê serî li serdozgeriyê da.