Şêniya ji Efrînê: Hevserê min ji ber îşkenceya artêşa Tirk jiyana xwe ji dest da

Şêniyeke efrînî piştî hevserê wê E.A. (35) ji ber îşkenceyê di girtîgehên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, bi çend hefteyan ji gund derket û sûcên li Efrînê pêk tên, vedibêje.

Şêniya ji Efrînê: Hevserê min ji ber îşkenceya artêşa Tirk jiyana xwe ji dest da
21 tebax, 2020   09:16
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Welatiya bi  navê S.A. ji ANHA`yê re behsa trajediya li Efrînê û sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirkir û çeteyên wê ku bi fermana artêşa Tirk û saziyên îstixbaratê pêk tînin, kir.  

S.A. diyar kir ku ji beriya 3 salan ve li gundê xwe yê girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî dijî û artêşa Tirk û çeteyên wê jî li Efrînê ne. S.A. wiha got: "Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir, em ji Efrînê derketin û me berê xwe da kantona Şehbayê, lê ji bo parastina zevî, mal û milkên xwe em vegeriyan gundê xwe, ji ber ku jêdera rizqê me ye. Ji dema em hatine gund de, em nizanin ka dê çi bi serê me de were."

S.A. destnîşan kir ku ew derdora 3 salan bi artêşa Tirk re jiyane û artêşa Tirk û çeteyên wê sûcên herî dijwar li dijî wan pêk anîne.

S.A. da zanîn ku Tebaxa par dewriyeyeke çeteyên artêşa Tirk hevserê wê ji xwaringeha lê dixebitî ya li navenda Efrînê revand û ew birin cihekî nenas. S.A. wiha li axaftina xwe zêde kir: "Hevserê min revandin, derdora 2 mehan lê didan, hestiyên wî tev de riziyan û azara gelek nexweşiyan  dikişand, ev hemû jî qaşo ji ber navê wî û navê mêrekî din wekî hev û din e û bi şaşî hevserê min birin."

S.A. got 2 meh derbas bû û wê hîn jî nedizanî çarenûsa hevserê wê çi ye û bi vî şeklî heta ew berdan.

ÎSBAT BÛ KU HEVSERÊ WÊ DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAYE

Welatiya bi navê S.A. wiha dirêjî da axaftina xwe: "Azara hevserê min derdora salekê dirêj kir, bijîşk li nexweşnaxeya parêzgeha Idlibê ji me re got nexweşiyên wî ji ber lêdana di girtîgehê de ye, ji ber hevserê min berî girtinê tu êş nedikişand."

Têkildarî rewşa Efrînê û sûcên li dijî sivîlên li gundên wê pêk tînin S.A. ragihand ku asta sûcên çeteyan li gundê wê didin meşandin nayê gotin, ji desteserkirina mal û milkên sivîlan û zeviyan bigire heta bi diziya hilberînên sivîlan. Li aliyekî din jî îstixbarata Tirkiye û çeteyên wê hejmareke mezin ji sivîlan revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

S.A. got ku ji ber dan û standina bi lîreyê Tirkiyê dane ferzkirin ew zehmetiya kirîna kel û pelan dikişînin, mînaka wê jî buhaya depoyeke gazê gihaştiye 50 lîreyên Tirkiye û lîtreyeke mazotê jî gihaştiye hezar lîreyên Sûriyê.

Li aliyekî din jî S.A. îşaret pê kir ku şêniyên Efrînê dixwazin çeteyên artêşa Tirk ji Efrînê derkevin û koçber li warên xwe vegerin, lê heta niha daxwazên şêniyan pêk nehatin û bi armanca tengezarkirina sivîlan projeyên qetilkirin û revandinê didin meşandin.

S.A. wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Piştî hevserê min jiyana xwe ji dest da bi 40 rojan ez ji Efrîna dagirkirî derketim, ji ber nema sûcên dagirkeriyê radikirin. Ji bo em ji gundên xwe derkevin çeteyan em tengezar dikirin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o80FA3qCmCw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>