Rûsyayê banga lidarxistina civîna Konseya Ewlehiyê kir û DYA’yê red kir

Cîgirê yekemîn ê nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Dmitry Poliansky ragihand ku DYA hewl dide vexwendnameya Rûsyayê ji bo lidarxistina civîna Konseya Ewlehiyê ji bo gotûbêjkirina gavên DYA’yê yên ji nû ve ferzkirina cezayan li dijî Îranê, asteng bike.

Rûsyayê banga lidarxistina civîna Konseya Ewlehiyê kir û DYA’yê red kir
21 tebax, 2020   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Dmitry Poliansky li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivisî: "Piştî ku piştrast bû ku cezayên li dijî Îranê ji nû ve dest pê kirin, hevalbendên me yên DYA’yê lidarxistina civîna Konseya Ewlehiyê ji bo gotûbêjkirina pêkanîna biryara 2231’an red kir."

Dmitry Poliansky got tevgera DYA’yê li gorî dewleteke mezin ne guncaw e.

Beriya demekê çavkaniyan ji Konseya Ewlehiyê ya NY’yê ragihandibû ku Rûsyayê roja înê daxwaza lidarxistina civînekê ji bo nîqaşkirina mijara ji nû ve destpêkirina DYA`yê ferzkirina cezayan li dijî Îranê kiriye.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi serokê Konseya Ewlehiyê re civiyabû û giliyek radestî wî kiribû ku Îranê bendên plana karê hevbeş ya ji nû ve ferzkirina cezayan li gorî biryara navneteweyî ya 2231’an pêk nayne.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Marîa Zaxarova demekê berê ragihand ku Moskov bang li civaka navneteweyî dike ku li hemberî niyetên DYA`yê yên ji nû ve destpêkirina cezayên NY`yê li dijî Îranê bisekine.

Biryara 2231’an a sala 2015`an; bi xwe mekanzîmaya ji nû ve ferzkirina cezayên NY`yê li dijî Îranê ye, heke Îranê plana karê hevbeş binpê kir.

Dema vê mekanîzmayê 10 sal e û ji sala 2015`an ve tê hesibandin. Li gorî biryarê, heke di vê demê de binpêkirinên mezin ji hêla Îranê ve pêk werin, dê ceza lê werin ferzkirin. Her wiha heger herî kêm endamekî daîm li dijî Îranê axivî, wê ceza bi awayekî otomatîk di 30 rojan de ji nû ve dest pê bikin.

(şx)