Li Dêrazorê sererastkirina ziwagehên garis dest pê kir

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê li Dêrazorê dest bi xebatên sererastkirina ziwagehên garisên zer kir.

Li Dêrazorê sererastkirina ziwagehên garis dest pê kir
Li Dêrazorê sererastkirina ziwagehên garis dest pê kir
Li Dêrazorê sererastkirina ziwagehên garis dest pê kir
19 tebax, 2020   12:40
DÊRAZORÊ

Ziwageh li gel çerxerêya kargehan li rojavayê Dêrazorê ye, di her ziwagehê de du depoyên ziwakirinê hene, di her depoyekê de 5 jeneratorên ziwakirina germahiyê dixebitin. Li rex wê jî alavên veqetandina qirêjiyê ku tovan ji bermahî û keviran paqij dikin, hene.

Garisê zer ji berhemên girîng e ku şêniyên gundewarên rojavayê Dêrazorê debara xwe pê dikin. Ji garis zeyt û hin madeyên din çêdibe. Lê belê çandiniya wê di salên borî de bi sedema barên ziwakirin û depokirinê li ser cotkaran bi paş ketiye. Ji lew re Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê xebata sererastkirina ziwagehên garis kir.

Gerînendeyê Daîreya Ziwagehên Garis a Dêrazorê Meşel Ebid piştrast kir ku xebata sererastkirinê mehekê dirêj nake. Ji ber ku beşek mezin jê bi dawî bûye û tenê merheleya dawîn maye. Her wiha Ebid destnîşan kir ku tê texmînkirin ku hejmara ku dê ziwageh wergire ne mezin e, ji ber çandiniya wê li herêmê bi paş de ketiye.

Li aliyekî din jî berpirsê pîşeyî ya ziwegehan Nesir Nasir diyar kir ku dê ziwageh barên cotkaran sivik bike, bi taybet der barê veqetandina tov, başbûna tovan ji çandiniyê re yan jî ji bo derxistina zeytê. Her wiha dê barê ziwakirinê ya ku li qadên giştî û rêyan pêk dihat û li gel wê jî nobetdariya wê di dema ziwakirina ku bi rojan diçû de, siviktir bike.

ANHA